Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren, di şahiya şampiyoniyê ya li Parka Newrozê de ragihand ku Amedspor dê bedewiyekê bibe Lîga Super û got, "Ji me metirsin. Rengê Amedsporê, ziman û çanda wê aştî û dostanî ye."
Kelecana Amedsporê ya ku îsal derket Lîga Super, li bajarê Amedê bi şahiyeke bi heybet hat pîrozkirin.
Bi hezaran alîgir li Parka Newrozê kom bûn da ku şampiyoniya tîma xwe pîroz bikin.
Serokê Kluba Amedsporê Nahît Eren li ser dikê axaftinek kir û qala serboriya dijwar a tîmê ya heta vê serkeftinê kir.
“Em bi hev re bi ser ketin”
Nahît Eren di destpêka axaftina xwe de Roja Dayîkan pîroz kir û her wiha pîrozbahî li tîma Mardinsporê kir ku derketiye Lîga 1emîn û hêvî xwest ku ew jî di nêzîk de werin Lîga Super û xwe li axaftinê berda:
“Me karên mezin kirin, em bi hev re bi ser ketin. Em rastî êriş, cudakarî û astengiyan bûn hatin lê me ti carî ji nasnameya Amedsporê tewîz neda.
Îro me ev kupa anî vî bajarî. Ez spasiya hemû lîstikvan, tîma teknîk û kedkarên klubê dikim ku bi biryardarî li ber xwe da.”
"Amedspor dengê wijdanê vî miletî ye"
Eren bersiv da wan derdorên ku ji Amedsporê ditirsin û got:
“Amedspor bû şampiyon. Kesên pîroz kirin û yên nekirin jî hene; em spasiya her kesî dikin.
