Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê ragihand ku heta niha ji bo geşta Amerîkayê û beşdarbûna Kupaya Cîhanê ya 2026an vîze nedane tîma wan a neteweyî.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) ji zarê Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Taj daxuyand:
"Em dê sibe yan dusibe li gel FIFAlê (Federasyona Navneteweyî ya Futbolê) civîneke biryardar bikin.
Divê ew garantiyê bidin me çimkî meseleya vîzeyê hîn nehatiye çareserkirin."
Mehdî Taj her wiha got:
"Ti lîste ji aliyê din ve di heqê nasnameya wan kesên ku vîze wergirtine negihîştiye me. Loma heta niha ti vîze nehatine derxistin."
Rêkarên vîzeyê û şopa tiliyan
Li gorî gotina Mehdî Taj, dihat çaverêkirin ku lîstikvan di çarçoveya rêkarên wergirtina vîzeyê de ji bo dayîna şopa tiliyan herin Enqereya paytexta Tirkiyeyeyê.
Taj di vê derbarê de got. "Divê lîstikvan ji bo şopa tiliyan herin Enqereyeyê lê em hewl didin rêkaran li Antalyayê temam bikin da ku hewce neke herin Enqereyeyê."
Pêwendiyên Îran û Amerîkayê
