Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost dê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze bike.
Romannivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost li ser bernameya xwe ya li Amedê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.
Jan Dost diyar kir ku ew dê roja Şemiyê 18ê Kanûna Paşîn a 2025an li Amedê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze kir.
Danasîna pirtûkê dê li Lokala Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) were kirin.
Merasîm danasîn û îmzeyê dê saet 16:00an dest pê bike û heta saet 18:00an bidome.
Romana “Tozistan, Romana Xendekan” a Jan Dost ji aliyê Weşanên Dozê ve hat çapkirin.
Jan Dost destnîşan kir ku wî romana xwe bi Erebî nivîsandiye û wî bixwe wergera wê ya Kurdî kiriye.
Jan Dost ji Rûdawê re diyar kir ku romana wî “Tozistan, Romana Xendekan” behsa “Şerê Xendekan a li Bakurê Kurdistanê” dike û da zanîn:

