Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara 11an a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger"ê derket pêşberî xwîneran.
Kovara LEWergerê ev hejmara xwe ya dawî bi taybetî ji temaya Dê yan Dayikê re veqetandiye.
LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.
LEWerger her çar mehan carekê derdikeve.
Hejmara 11an a mehên Kanûna Paşîn - Sibat - Adar û Nîsana sala 2026an e. Bi vê yekê jî kovar derbasî sala xwe ya pêncemîn dibe.
Hejmara 11an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.
Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin de Îspanyolî, Portekîzî, Îngilîzî, Ermenî, Swêdî, Fransî, Erebî, Bûlgarî, Rûsî, Farisî, Almanî û hin zimanên din hene.
Kovar bi Kurmanciya jor û jêr û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.
Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine.
Her wiha Bawar Maroofi hevpeyvînek bi helbestvanê ciwan Haytham Trueheart re amade kiriye û du helbestên wî jî ji zimanê Îngilîzî wergerandine.
Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên wekî Dîlan Şewqî, Alan Hemo, Yeqîn h., Azad Rêbiwar, Salih Bozan, Nûwar, Sînan Gavdûr, Mizgîn Savci, Besam Mistefa, Şivîn Hecî, Nûwar, Serkan Birûsk, Yasemîn Acer û hin wergêrên din ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin.
Destpêk ji me, xwendin ji we!
— LEWerger (@lewerger_) January 1, 2026
❗️LEWerger bi hejmara 11em derket❗️💫
Sersala te/we/me pîroz be.❄️
Bi hewl û hêviya ku 2026 bibe destpêkeke nû, bibe sala kurdî, sala xwendinê, sala geşdanên kurdewar... pic.twitter.com/ZAc6j204fY
Mijara hejmara 11an "Dê" ye
Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 11an de derketina kovarê li hemû hezkerên peyva Kurdî pîroz kir û da zanîn ku mijara dê yan dayikê cihê navendî di vê hejmarê de digire.
Kovar di pêşgotina xwe de dibêje “Pêşiyan gotine: Bav pir tişt e lê dê her tişt e.
Li welatên wekî welatê me ku şer, kuştin, qeyran, bobelat û nexasim zexta li ser jinê jê kêm nabe, mijara dê mijareke esas, hesas û bi êş e jî.
Vêca ew “dê”ya ku hebûna wê nebîna xweş û nebûna wê jî ew çend daxbar, bi sedê salan e bûye temaya bi sedan û hezaran tekstan, helbestan.
Li dinyayê, di wêjeya civak û civatan de, nexasim jî di helbesta welatan de dê yek ji temayên herî sermed, şên û şênber bûye her.
Loma jî nedibû me temayeke wiha bi kok asas tevneda û hejmareke mişt bi helbestên li ser dê jê amade nekira û pêşkêşî hişê kurdî nekira.
Lew jî di vê hejmara LEWergerê da, em ê bibînin bê dê û hezkirina dê û carinan jî zarok û hezkirina zarok a ji bo dê çawa bûye bangek û rengê xwe vedaye helbestê.
LEWerger bi wergera van helbestên li ser DÊ, hemû xwîner û dilsozên helbestê bi germahiya dayikekê hembêz dike.”
