Hewlêr (Rûdaw) - Projeya koroya zarokan a bi navê "Perperikê Usarî" (Perperikên Biharê) ku hunermend Zeynep Kiliçê bi rê ve dibe, li Dêrsima Bakurê Kurdistanê konserek da.
Gelek kes beşdarî konserê bûn. Zarokan bi zaravayên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî yên Kurdî û her wiha bi Tirkî stran gotin û temaşevanan demeke xweş derbas kir.
Hunermend Zeynep Kiliç bi xebatên xwe yên Kirmanckî tê naskirin.
Armanca vê koroyê ew e ku ziman û çandê bigihînin nifşên nû.
Kiliçê heta berî demekê di Şaredariya Dêrsimê de xebatên çandî dimeşandin.
Tevî ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatiye derxistin jî ew xebatên xwe didomîne.

"Ez dê hewl bidim ku hîn bibim"
Baran Denizê ku di konserê de stranên Kirmanckî gotin wiha peyivî:
"Keko ez dixwazim hem lê bidim hem jî bi Zazakî bibêjim. Ez dixwazim hînî Zazakî bibim lê ez niha zêde nikarim. Ez dê hewl bidim ku hîn bibim."
Asmîn Gungorê jî got, "Me bi zimanê xwe stranên Zazakî gotin û me li tembûrê da. Em gelekî spasiya we dikin ku hûn hatin."
“Zimanê me mala me ye”


