Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Mûş û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê di vî çilê havînê de ji ber sermaya zêde welatî di nava rojê de jî sopeyê pêdixin.
Kesên ku li bajarên bilind ên wekî Erdexan, Mûş û Wanê ku zivistan li wan dijwar û dirêj derbas dibe, dijîn havînan jî ji ber sarbûna hewayê sobeyan dadidin.
Di demekê de ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê germahiyeke zêde heye, li Goleya navçeya Erdexanê û li gundê Çuluyê bi şevan gelekî sar e.
Li navçeya ku rojên dawî baran gur dibare, germahiya hewayê pêr 6,2 pile bû û wekî cihê herî sar ê Bakurê Kurdistanê hat tomarkirin.
Li gundê Çuluyê jî pileya germayê wekî 7,2 hat pîvan.
Kesên ku dixwazin êvaran li ser kuçe û kolanên Goleyê çayê vexwin, diçin cihên ku sobeyan lê dadidin.
Mehmet Kanburê ku 86 salî ye û li gundê Çullyê dijî got ku îsal sir û seqem havînê jî dewam dike, ji ber vê jî ew mecbûrî sobeyê dadidin.
Li zozanên bilind ên Mûşê ku hewa lê sar e, koçer di rojên sar de xwe li ber sobeyan germ dikin.
