"
Dosyayên girîng ên vê hejmarê
Kovara Rewşenbîrê bi nivîsên pisporan dîroka dîplomasiya Kurdan
ji çend aliyan ve ronî dike.
Şakir Epozdemîr pêwendiyên Osmanî û Kurdan û rola Îdrîsê
Bedlîsî rave dike.
Sevda Birûkî Peymana Sevr û Lozanê dinirxîne.
Dr. Avnî Kiliç jî pêwendiyên Şêx Mehmûdê Berzincî yên bi
Îngilîz û Tirkan re dinirxîne.
Sevîl Aral û Zinar Barbeşî li ser girîngiya "hêzên
garantor" û mekanîzmayên aştiyê radiwestin.
Çetîn Nezan jî federasyona Herêma Kurdistana Îraqê wekî
mînakeke serkeftî ya dîplomasiyê destnîşan dike.
Naverokeke dewlemend
Hejmara nû ya Kovara Rewşenbîrê bi van sernavên sereke
derket:
Maseya mizakereyê qada hêzê ye, ne qada niyeta pak e!
Li Tirkiyeyê statuya Kurdan: Pêkhate ne yan damezirêner?
Guhertinên tektonîk ên li Rojhilata Navîn û bandora wan a li ser pêwendiyên Kurdan û Îsraîlê.
Hevpeyvîna bi Prof. Dr. Kemal Suleymanî re: Pêwîstiya bi stratejiya qisawetê.
Teknîka Pêdagojiyê ya Kurdên Transkafkasyayê (1928).
Kovara Rewşenbîrê bi vê hejmarê re ji bo têgihîştina dîroka
dîplomasiya Kurdan çavkaniyeke agahiyan a girîng pêşkêşî xwînerên xwe dike.