Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro di roja yekem a vebûna bazaran de daket asta xwe ya herî nizm a ji adarê ve.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku di navbera Amerîka û Îranê de peymana aştiyê hatiye temamkirin.
Piştî vê agahiyê, bihayê bermîleke petrola xav a brent 3,58 dolaran ango ji sedî 4,10 daket û bermîl daket 83,75 dolaran.
Her wiha bihayê petrola xav a sivik a Teksasa Amerîkayê jî 4 dolaran ango ji sedî 4,72 daket û bermîl daket 80,87 dolaran.
Peymana li ser Tengava Hurmizê
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku di encama hevdîtinên giran de Amerîka û Îran gihîştine peymana aştiyê.
Şerîf diyar ku her du aliyan bidawîhatina bilez û mayînde ya operasyonên leşkerî ya li hemû eniyan (Libnan jî di nav de) ragihandiye.
Li gorî daxuyaniya Şerîf, merasîma fermî ya îmzekirina peymanê dê 19ê Hezîranê li Swîsreyê bê lidarxistin.
Ajansa Nûçeyan a Mîhrê ya nîvfermî ya Îranê ragihand ku di reşnivîsa peymanê de tê xwestin ku Tengava Hurmizê di nava 30 rojan de û di bin tedbîrên Îranê de were vekirin.
Şîrovekar çi dibêjin?
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got:
"Ew beşa zêdebûna bihayê petrolê ya ku ji ber metirsiyên jeopolîtîk çêbûbû, niha bi lez û bez ji holê radibe.
Bazirgan pêşbînî dikin ku dê pêvajoya şandina petrolê ji nû ve dest pê bike."
Divê were gotin ku cîhanê ji ber girtina Tengava Hurmizê ji meha sibatê ve bi milyonan bermîl petrol û gaz ji dest dane.
Niha veberhêner bi baldarî çavdêriyê dikin bê ma piştî wan zererên ku ji ber şer gihiştine dezgehên petrolê, dê hilberînerên Rojhilata Navîn karibin çi qasî bi lez dest bi hilberîn û firotina petrolê bikin û gelo dê keştiyên zêdetir herin Kendavê yan na.
Pisporê bazarên darayî yê Banka Commonwealthê ya Awistralyayê Vivek Dharê ku pêşbînî kiribû dê heta dawiya îsal bihayê petrola brent bigihîje 80 dolarî, di têbîniyekê de diyar kir:
"Rewşên nezelal dikarin bibin sedema bilindbûna bihayan û li dijî pêşbîniyên me derkevin.
Lê ji bo ku pêşbîniyên me rast derkevin, tenê pêwîst e hinartina petrolê ya di Tengava Hurmizê re bigihe ji sedî 60-70yê asta beriya şer."
Cezayên li ser Îranê û bernameya atomê
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku dê di maweyê 60 rojên agirbestê de li ser peymaneke berfirehtir dan û standin werin kirin.
Welatên E4ê yên ku ji Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê pêk tên, roja yekşemê daxuyand ku ew amade ne li beramberî gavên Îranê yên li ser bernameya wê ya atomê, cezayên li ser wê rakin.
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore jî li ser vê yekê destnîşan kir:
"Bi liberçavgirtina nezelaliyên girêdayî 60 rojên pêş ên di dema dan û standinan de, bi taybetî jî yên li ser mijara atomê, zehmet e em bibînin ku niha bihayê petrola xav ji vê zêdetir dakeve."



