Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolarê Amerîkî li beramberî tumenê Îranê wekî roja borî ber bi bilindbûnê ve çû.
Doh bihayê dolar ê li beramberî tumen bi qasî 1450 tumenî zêde bûbû.
Îro jî 450 tumenên din li ser bihayê wî zêde bûn û niha dolarekî Amerîkî bi 183 hezar tumenan e.
Di nava 24 demjimêrên borî de asta herî bilind a bihayê dolar 186 hezar û 500 tumen bû.
Her wiha asta herî kêm jî 180 hezar û 250 tumen bû.
