Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent îro bi qasî 26 sentan
zêde bû.
Bazarên cîhanê li benda encama civîna Serokê Amerîkayê
Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping in.
Bazirgan dixwazin bizanin ka dê ji bo bidawîkirina şerê
Îranê hewleke nû were dayîn an na.
Bihayên nû yên petrolê
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a
Deryaya Bakur 26 sentan bilind bû.
Bermîleke vê petrolê bi 105 dolar û 89 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 32 sentan bilind
bû û bermîla wê jî bi 101 dolar û 34 sentan hat firotin.
Roja çarşemê ji ber ku bazirgan ji îhtîmala bilindkirina
faîza bankê dilgiran bûn, bihayê petrolê daketibû.
Wê demê bihayê petrola brent 2 dolaran û bihayê petrola
sivik a Teksasê jî dolarekî daketibû.
