Amed (Rûdaw) - Li Amedê mamosteya werzîşê Hatîce Bariş Ataman, li navenda xwe ya werzîşê ya jinan li ber muzîka govendên Kurdî werzîşa zeîfbûnê bi jinên bajêr dide kirin.
Li gorî gotina wê, tenê cihê ku bi stran û muzîka govendên Kurdî werzîş lê tê kirin, navenda wê ye.
Ew vê werzîşa bi navê “spinning” a ku pê werzîşvan kîloyan didin û zeîf dibin, nêzîkî salekê ye li navenda xwe pêk tîne.
Ev werzîş bi gelemperî bi muzîka Îngilîzî tê kirin lê ew dibêje ku ji bo danasîna muzîk û çanda Kurdî wê ev biryar girtiye û her wiha werzîşvan ji ber rîtma bilind a govendê di demeke zûtir de kîloyan didin.
Piştî bihîstina hebûna navendeke ku bi muzîk û govenda Kurdî werzîşê dide kirin, eleqeyeke zêde ji bo navenda wê çêbûye.
Bi werzîşa bi govenda Kurdî li gorî muzîka biyanî du-sê qat zêdetir kalorî tên şewitandin, mirov zûtir kîloyên xwe dide û li gel wê jî wekî ku çûbin şahiyekê, bi kêf û coş werzîşa xwe dikin.
Li wê navendê muzîka Kurdî heye, muzîka govendê heye, tenê bûk û zava tune ne û di şûna wan de werzîşvanên jin hene.
Di eslê xwe de ev werzîş li hemû deverên cîhanê bi muzîka biyanî tê kirin lê xwediyê navendê û mamosteya werzîşê ya Amedî Hatîce, nêzîkî salekê ye bi rîtmên stran û govendên Kurdî vê werzîşê bi jinên bajêr dide kirin û pê re jî ev reng û aheng derdikeve holê.
"Bi xêra muzîk û govenda Kurdî zûtir kîloyên xwe dan"
Xwediyê Navenda Werzîşê Hatîce Bariş Ataman “Min li asta cîhanê destpêşxeriyeke yekem kir.
Min ji bo ku çanda me bidim naskirin û nîşandan, bi stran û govendên Kurdî û bi lîrandinan jin bêhtir han dan ku werzîşê bikin.
Wan bi xêra muzîk û govenda Kurdî zûtir kîloyên xwe dan. Her ku kîlo dan, hezkirina wan a ji bo werzîşê zêdetir bû. Me jî bi vî awayî xwe li cîhanê da naskirin.”
Li gorî Atamanê, li Tirkiye û cîhanê ew cara ewil e ku vê werzîşê bi muzîka Kurdî dike.
Ew dibêje, werzîşvanên jin bi vê şêwaza nû nawestin, di demeke zûtir de kîloyên xwe didin û pê re jî wekî li dawetekê bin, têra dilê xwe govendê digerînin û kêfxweş dibin.
"Govenda Kurdî bêtir kolorî dide şewitandin"
