Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku li cîhanê herî zêde Ewropayî alkolê vedixwin û hişyarî da ku vexwarina alkolê dibe sedema penceşêrê.
WHOyê diyar kir ku alkol li Ewropayê bûye yek ji sedemên sereke yên penceşêrê.
Li gorî WHOyê, tundkirina yasayên alkolê dê "karê herî baş" be ku dewletên Ewropayî dikarin bikin.
WHOyê doh Rapora Nû ya Rûbirûbûna Penceşêrê belav kir.
Di raporê de hat gotin ku li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) alkol sala 2020î bûye sedema 111 hezar û 300 bûyerên nû yên penceşêrê.
Li gorî WHOyê, heman salê 93 hezar nexweşên penceşêrê yên ji ber alkolê mirine û ji sedî 70yê nexweşan mêr bûn.
"Kêmkirina alkolê tê wateya kêmkirina penceşêrê"
WHOyê ji bo çareseriyê çend pêşniyar pêşkêşî rayedarên Ewropayê kirin.
Li gorî WHOyê, zêdekirina baca alkolê, sînordarkirina firotinê û qedexekirina reklaman dê vexwarina alkolê kêm bike.
