Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku mîkrofoneke televîzyona dewleta Çînê di van demên dawî de axaftina Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li ser îhtimala jiyana heta bi 150 salî û belkî jî hetahetayê tomar kir, gelek kesan bi fikar û tirs bertek nîşan da.
Li gorî raporeke New York Timesê, li laboratuara Lonvi Biosciencesê ya şirketeke dermanên temendirêjiyê ya li bajarê Shenzhenê yê başûrê Çînê, ev yek nebû sedema ti rexneyan.
Serokê Teknolojiyê yê şirketê Lyu Qinghua ku hebên dijpîrbûnê yên li ser bingeha madeyeke di ekstrakta tovê tirî de bi pêş xistine, got, "Jiyana heta 150 salî bê guman realîst e. Di nava çend salan de ev dê bibe rastî."
Ew bi guman e ku dermanê modern bi temamî mirinê têk bibe -tiştekî ku Putin gotibû bi neqla organan mimkin e- lê ew difikire ku zanista temendirêjiyê ew qasî bi lez pêş dikeve ku heta tiştên xuya ne mimkin jî dibe ku pêk werin.
Wî pêşbînî kir û got, "Di nav pênc heta 10 salan de, kes dê bi penceşêrê nekeve."
Ji qeyserê yekem heta milyarderên teknolojiyê
Lêgerîna li îksîra jiyanê ku di salên dawî de ji aliyê milyarderên teknolojiyê yên Amerîkî yên wekî Peter Thiel ve bi kelecan hatiye pêşwazîkirin, li Çînê zêdetirî du hezar sal in berdewam dike.
Vê yekê bi qeyserê yekem Qin Shi Huang dest pê kir ku wî ji bo dîtina dermanên nemirinê li seranserê welêt ferman da.
Her wiha ji bo ku eger ev hewldan bi ser nekeve, wî ferman da ku bi hezaran şervanên terra-cotta werin çêkirin da ku di gora wî de wî biparêzin.
Qeyser di 49 saliya xwe de mir, dibe ku ji ber bijehrketina bi cîvayê ku di dermankirineke dijpîrbûnê de bi kar anîbû.
Bêhneke sextekariyê ji destpêkê ve li ser karsaziya demdirêjiyê heye lê veberhênana ji aliyê dewlet û şirketên taybet ve, her wiha zêdebûna eleqeya di nav rêberên Çînê û gel de, ev yek kiriye şaxeke rewa û carinan jî qezencdar a dermanfiroşiyê.
#VÎDEO - Çîn dixwaze temenê welatiyên xwe dirêj bike û gelek xebatan dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 10, 2025
🛑 Temenê mişkan çawa ji 2 salan derdikeve 37 salan❓
🛑 Gelo mirov dikarin 150 salî bijîn an dikarin raza nemirinê peyda bikin❓
🎙️ Nûçegihanê Rûdawê Mehdî Ferec ji Çînê behsa ser û binê mijarê dike… pic.twitter.com/RZ0lm13ND0
Çîn bi milyar dolaran veberhênanê dike
Çîna ku dixwaze di biyoteknolojî, hişê çêkirî û teknolojiyên din ên pêşketî de bigihîje Rojava û heke mimkin be jê derbas bibe, pîşesaziya demdirêjiyê kiriye pêşaniyeke neteweyî û bi milyar dolaran di lêkolîn û projeyên bazirganî yên pêwendîdar de veberhênan kiriye.
Vadim Gladyshevê ku profesorekî li Dibistana Bijîşkî ya Harvardê ye û di warê temendirêjiyê de karên pêşeng kiriye got:
"Ew gelekî bi lez pêş ketine. Çend sal berê li vir tiştek tune bû û Rojava hîn li pêş bû."
Gladyshev di serdaneke xwe ya dawî ya Çînê de ji bo beşdarbûna du konferansên zanistî got, "Lêkolînerên Çînî bi lez digihîjin me."
Li gorî People's Dailyê, organa Partiya Komunîst, temenê navînî yê jiyanê li Çînê par gihîşt 79 salan ku pênc sal ji navîniya cîhanî bilindtir e.
Lê ev yek ku bi başkirinên domdar ên di lênihêrîna tenduristî û şêwaza jiyanê de pêk hatiye, hîn jî li paş navîniya Japonyayê ya nêzîkî 85 salan û gelekî dûrî 150 salên ku Xi behsa wan kir dimîne.
"Projeya Tenduristiyê ya Rêberan"
Dibe ku Xi û Putin, ku her du jî 72 salî ne, tenê sohbeteke asayî kiribe lê mixalifên sirgûnkirî yên Partiya Komunîst ev yek cidî girt û amaje bi vîdeoyeke sala 2019an kir ku li ser medyaya civakî ya Çînê belav bûbû û îdia dikir ku ew danasîna nexweşxaneyeke leşkerî ya elît a li Pekînê, 301 e ku rayedarên payebilind derman dike.
Vîdeoya ku bi lez ji aliyê sansorên Çînê ve hat rakirin, pesnê xwe dida ku nexweşxane ji bo "Projeya Tenduristiyê ya Rêberan a 981" karên pêşeng dike û armanc dike ku temenê kesayetiyên payebilind ên partiyê heta 150 salan dirêj bike.
Di vîdeoyê de dihat gotin, "Temenê navînî yê rêberên Çînê ji yê rêberên welatên pêşketî gelekî dirêjtir e" û amaje bi xebatên dehsalan ên nexweşxaneyê ji bo saxlemana rêberên wekî Mao Zedong, ku di sala 1976an de di 82 saliya xwe de mir, û Deng Xiaopingê ku di sala 1997an de di 92 saliya xwe de mir, dikir.
Televîzyona dewletê ya Çînê ku di meha îlonê de li Pekînê berî merasîmeke leşkerî bi awayekî bêhemdî axaftina di navbera her du rêberan de tomar kiribû, ferman da ajansên nûçeyan ên rojavayî ku dîmenan jê bibin.
