Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim dijberiya xwe ya tund a ji bo dan û standinên rasterast ên Libnan û Îsraîlê anî zimên û ev yek wekî "gunehekî mezin" bi nav kir.
Neîm Qasim hişyarî da ku ev gav dê Libnanê bixe nav "gerîneke nearamiyê" û tevgera wan dê parastina xwe bidomîne.
Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim di daxuyaniyekê de ku li televîzyona Menarê ya Hizbulahê hat belavkirin, ragihand:
"Em bi temamî dan û standinên rasterast red dikin. Bila desthilatdar bizanin ku karên wan ne sûdê digihînin Libnanê û ne jî wan bi xwe."
Ev daxuyaniyên Neîm Qasim piştî wê yekê hatin ku şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê 2yê Adarê dest pê kir û balyozên Libnan û Îsraîlê li Washingtonê du caran rasterast rûniştin.
Ev di dema bi dehan salan de hevdîtina yekemîn bi vî rengî bû.
Agirbest û rexneyên li hikumetê
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî rûniştina yekem a dan û standinan, agirbesteke 10 rojî ragihand ku 17ê Nîsanê dest pê kir û piştî rûniştina duyem jî 3 hefteyên din hat dirêjkirin.
Neîm Qasim di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li hikumeta Libnanê girtin û got:
"Zehmet e ev desthilat berdewam bike dema ku mafên Libnanê belaş dide, dev ji axa xwe berdide û rûbirûyî gelê xwe yê berxwedêr dibe."
Qasim hişyarî da û got, "Berpirsyariya hikumetê ye ku ji wî gunehê mezin paşve gavê biavêje ku Libnanê dixe nav gerîneka nearamiyê.
Hikumet berpirsyar e ku dan û standinên rasterast ên bi Îsraîla dijmin re rawestîne û rêyeke nerasterast bigire ber xwe."
Berpirsên Libnanê berdewam tekez dikin ku armanca dan û standinên bi çavdêriya Amerîkayê, rawestandina şer, vekişîna Îsraîlê ji başûrê Libnanê û vegera koçberan a li warê wan e.
Ev yek piştî wê tê ku ji ber şer û pevçûnan zêdetirî milyonek kes koçber bûne.
Lê Neîm Qasim dibêje, "Ev dan û standinên rasterast û encamên wan ji bo me wisa ne wekî ku qet çênebûne. Ji dûr û nêz ve ti têkiliya wan bi me re nîne."
Qasim her wiha destnîşan kir, "Em parastin û berxwedana xwe ya ji bo Libnanê û gelê wê didomînin.
Em dê bersiva destdirêjiya Îsraîlê bidin û rûbirûyî wê bibin.
