Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesenê ji
Rûdawê re ragihand ku têkoşîna wan a sereke ew e ku zimanê Kurdî li seranserê
Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.
Viyan Hesen bû mêhvana Rûdawê û amaje bi bipêşketinên
mezin ên perwerdeya bi zimanê Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got,
"Nifşekî xwedî kesayet û jixwebawer mezin
bûye."
3 daxwaz
Viyanê da zanîn ku dan û standinên wan bi hikûmeta Şamê
re li ser sê xalên serekê berdewam dikin ku ew jî ev in:
“Naskirina fermî ya bawernameyên Rêveberiya Xweser,
amadekirina rêbazeke xwendinê ya hevbeş a bi zimanê Kurdî û avakirina Akademiya
Zimanê Kurdî.”
Wê diyar kir ku bi saya perwerdeyê, zimanê Kurdî paqijtir
bûye û xwendina bi zimanê dayîkê bandoreke erênî li ser bihêzbûna kesayetiya
Kurdan kiriye.
Hevseroka SZKyê derbarê dan û standinên bi Şamê re got,
"Li ser hinek xalan lihevkirin heye, lê hîn ti gavên fermî nehatine
avêtin."
Wê destnîşan kir ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û
mafê perwerdeyê neyê misogerkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.
Rûdaw: Xwendina bi zimanê Kurdî çi vejîn ji bo zimanê
Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çêkiriye?
Viyan Hesen: Gava em di warê perwerdeyê de bi taybetî
behs bikin, guherîneke mezin û berbiçav di warê perwerdeyê de bi xwendina bi
Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Li heman dibistanên ku qedexe bû di dema
me de tenê axaftineke Kurdî jî lê bikin, niha bi giştî perwerde bi Kurdî ye.
Ji dibistanên seretayî bigire heta bi zanîngehan, îro
perwerde bi Kurdî ye. Bi hezaran mamosteyên Kurd ji branşên cuda cuda der çûne û
mamostetiya Kurdî dikin. Bi sed hezaran xwendekaran li van dibistanan xwendiye
û îro ji zanîngehên Kurdî derdiçin. Ev guherîna mezin di warê perwerdeyê de li
Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Ev jî gava em binirxînin, bi rastî bi saya
perwerdeya bi zimanê dayîkê ev guherîn çêbûye.
Rûdaw: Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, piştî ev qas
salên xwendinê, çi qasî zelal bûye, çi qasî paqij bûye, gelo peyvên Erebî tê de
kêm bûne?
Viyan Hesen: Belê, niha bandora perwerdeyê heye. Yanî
îro em li Kurmanciya zarokên xwe binêrin, Kurmanciya wan a rojane, Kurmanciya
ku li malê, li kolanê pê diaxivin, ji Kurmanciya me bi xwe, ji ya dê û bavê wan
rewantir e. Ev ji ber ku bi Kurdî xwendine.
Rûdaw: Gelo van zarokan bandor li ser nifşê din kiriye ku
zimanê wan rewantir û paqijtir bibe?
Viyan Hesen: Helbet, niha di navendên me yên
perwerdeyê de malbat êdî tên dixwînin. Ji ber ku zarok li dibistanan dixwînin,
dê û bav, zêdetir karmendên Rêveberiya Xweser tên dixwînin. Gelek ji wan
dibêjin, "Zarokên me li malê dersê didin me heta ku em karibin bixwînin, an
jî alîkariya me dikin ku em spartekên xwe çêkin."
Carinan hinek dayîk henekan dikin, dibêjin, "Mecbûr e
ez pileyên baş bînim ji ber zarokê min." Yanî, wekî ku berê digotin
"Divê hûn bixwînin û pileyên baş bînin", niha ew bûne mamosteyên wan.
Hesabê ji zarokên xwe re dikin û dixwînin. Bi rastî bandor bûye, yanî roj bi
roj em dibînin zêdetir bandora Kurdî berbelavtir dibe.
Rûdaw: Ev ji bo ziman bi xwe ye lê ev xwendina bi zimanê
dayîkê, bi zimanê Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê heta çi astê, heta çi radeyê bandor
li ser xurtbûn û bihêzbûna kesayetiya mirovê Kurd kiriye?
Viyan Hesen: Belê, niha gava ku xwendekar bi zimanê
xwe yê dayîkê dixwînin, di warê kesayetiyê de jî helbet ew dê kesayeta wan ji
kesayeta nifşê beriya wan xurttir be ku bi zimanekî din dixwendin. Mînak, wê
demê em diçûn dibistanê, ez nimûneyeke biçûk bidim, mamoste ji me re digot
"tifah" me nedizanî çi ye.
Niha mamoste êdî ji zarok re dibêje "sêv." Yanî,
me bi rojan, bi demê re, heta ku pişt re me fêm dikir mamoste çi dibêje, wext
derbas dibû. Me hinek dersên xwe fêm nedikirin. Gava mirov ne bi zimanê xwe
bixwîne, bi taybetî li dibistanên seretayî û salên pêşî, bandoreke neyînî li
mirov dike. Niha bi zimanê xwe dixwînin, ji ber ku têdigihin mamoste çi dibêje,
pêwendiyeke rasterast di navbera wan û mamoste de heye. Xwe jî wekî aktorekî di
polê de dibînin, ne tenê mamoste. Ji ber wê, ev ji biçûkanî ve bandor dike ku
kesayeta wan xurttir be.
Bi rastî, em dibînin ku nifşekî xwedî kesayet mezin bûye û
pir bi rehetî bersiva mamoste didin. Carna, eger şaşiyên nivîskî bin, eger ên
fikir û têgihiştinê bin, hewl didin ji mamoste re sererast bikin. Berê ev
pêwendî nebû, bandor li kesayetiyê jî dikir. Lê zarokên niha, em dibêjin ji ber
perwerdeya bi zimanê dayîkê, ji ber ku bi zimanê xwe xwendine, pêwendî di
navbera wan û mamoste de xurttir bûye û vê yekê hiştiye ku bandorê li kesayeta
wan bi xwe jî bike. Bi rastî nifşekî jixwebawer.
Hûn bi xwe jî wekî Tora Medyayî ya Rûdawê çûn dibistanan û
we çendîn rapor çêkirin, ew xwendekarên ku diaxivin, ew fikrên xwe dibêjin, ew
hêza wan e ku pê diaxivin, kesayeta wan e ku pê diaxivin. Di vî warî de jî bi
rastî bandorek heye. Ew kesên ku ji zanîngehên Rojava û Kobaniyê derdikevin,
heta dema ku tên di dezgehan de jî kar dikin, jêhatîtir û xurttir in, bêhtir
îradeya wan heye. Eger niha hinek ji wan ji zanîngehê der çûne, niha li Saziya
Zimanê Kurdî em bi hev re li dezgehê dixebitin, bêhtir dikarin di warê Kurdî
de, çi jî di warê kar û barên birêvebiriya dezgehê bi xwe de bin, nêrînên xwe
bidin û nîqaşan bikin. Hinek cihan hewl didin ew bi xwe ji aliyê xwe ve gavan biavêjin
ku kêmasiyên heyî jî sererast bikin. Ev rasterast bandora perwerdeya bi zimanê
dayîkê li ser kesayetiya xwendekaran e.
Rûdaw: Bi vê derfetê, hûn wekî sazî çawa li vê kampanyaya
Rûdawê dinêrin?
Viyan Hesen: Gelekî pîroz e, em spasiya we dikin wekî
Tora Medyayî ya Rûdawê. Me jî ji xwe beriya wê kampanyayek ragihandibû, me
kampanya we wekî piştgirî ji kampanyaya xwe bi xwe re jî dît. Yanî, em destê
xwe pê xurttir dibînin. Medyaya me dikare dengê me bigihîne tevahiya Kurdistanê
û cîhanê.
Ez dixwazim wê bêjim, zanibin ku em pê xurttir dibin, bihêztir
dibin û em bi dengekî bilindtir dikarin daxwaza mafên xwe bikin. Em stûna
armancên xwe yên destnîşankirî jî bilindtir bikin, ji ber ku em dibînin
xebatkarên me yên medyayî, dezgehên me yên ragihandinê yên Kurdî, civaka me
piştgiriya me dike, ji me re dibe hêz û karekî gelekî pîroz e û hêvî dikim
bidomin ku em bi hev re bigihêjin wê armanca xwe ya destnîşankirî.
Rûdaw: Em bên ser dosya rêbaza xwendinê û paşeroja
perwerdeyê bi zimanê Kurdî. Hikûmeta Sûriyeyê hewl dide ku zimanê Kurdî wekî
zimanekî xwendinê û perwerdeyê nemîne. Hûn çi dikin ji bo ku xwendina bi zimanê
Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam bike?
Viyan Hesen: Belê, bi rastî pêşî daxwaza me hem ji
berpirsên Rêveberiya Xweser ên ku dan û standinan dikin, hem jî ji hikûmetê bi
xwe ew e ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî. Niha ferq heye eger
zimanê niştimanî be, wekî ku biryarnameya hejmara 13an destnîşan kiribû û eger
zimanê perwerdeyê be û eger zimanê fermî be.
Em dixwazin, daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanekî
fermî. Gava bû zimanê fermî, êdî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî sereke
û wê bê bidestxistin. Ne tenê perwerde, êdî hemû kar û barên fermî ew dê bi
Kurdî bên kirin.
.jpg&w=3840&q=75)