Endamê Desteya Birêvebir a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îraqê Hoşyar Zêbarî li ser encamên hevdîtinên xwe yên bi berpirsên payebilind ên îdareya Donald Trump a li Koşka Spî, Encumena Ewlehiya Niştimanî, Wezaretên Karên Derve û Xezîneyê, Kongre û navendên lêkolînê yên Amerîkayê agahî dan Rûdawê.
Zêbarî di vê hevpeyvînê de behsa ast û qonaxa pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.
Her wiha wî rewşa siyasî ya navxwe ya Îraqê, mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê ya di bin serokatiya Alî Zeydî de û astengiyên li pêşiya peymana PDK û YNKyê ya ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 18 mehan li ser hilbijartinan nirxandin.
Rûdaw: Silav ji we re û demên we xweş bin. Rojhilata Navîn û herêm di rewşeke hestyar de derbas dibe, rewşeke aloz e û gelek pirs hene ku pêdiviya wan bi bersivan heye. Bê guman ev rewş dê bandorê li Îraq, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Ez Diyar Kurde me li studyoya Rûdawê ya li Washingtonê. Ez dixwazim ji bo wergirtina beşek ji bersivên wan pirsan, mêvaniya birêz Hoşyar Zêbarî, Endamê Desteya Birêvebir a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îraqê bikim. Hûn gelekî bi xêr hatin Kek Hoşyar.
Hoşyar Zêbarî: Ez gelekî kêfxweş im ku we li Washingtonê dibînim Kek Diyar.
Rûdaw: Gelekî spas Kek Hoşyar. Ez dixwazim bi vê yekê dest pê bikim, hûn ev demeke li Washingtonê ne û gelek hevdîtin û civînan bi berpirsên niha û yên berê û navendên lêkolînê re pêk anîn. Li gorî têgihiştina we, pêwendiyên di navbera Amerîka û Başûrê Kurdistanê, yan bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çawa ne û di kîjan qonaxê de ne?
Hoşyar Zêbarî: Gelekî spas. Belê rast e, nêzîkî du hefteyan e em li Washingtonê ne. Me gelek hevdîtin bi berpirsên vê îdareya Serok Trump re kirin. Me berpirsên Wezareta Karên Derve dîtin, li Koşka Spî, Encumena Ewlehiya Niştimanî, Wezareta Xezîneyê, di Kongreyê de û me nêzîkî heft-heşt navendên lêkolînê yên girîng dîtin, ji xeynî dostên xwe yên kevn û nû yên li Amerîkayê.
Hemû armanc ew bû ku em rewşa Kurdistanê rasterast ji bo wan eşkere bikin, ne bi rêya ragihandin û peyamên din. Heta niha, bi rastî tiştê ku me hest pê kiriye, ev îdare pêbendiyên xwe yên li hemberî Herêma Kurdistanê û pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re diyar dike.
Pêşniyara wan ew e ku Herêma Kurdistanê herêmeke bi hêz be, di çarçoveya Îraqeke bi hêz de. Bihêzbûna Herêma Kurdistanê wekî berjewendiyeke xwe destnîşan dikin. Bê guman herêm, wekî ku cenabê te qal kir, di rewşeke neasayî de dijî, ji ber vê şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, ku heta niha jî ne diyar e dê li kû bisekine. Li gorî dîtina me, îro yan sibe dê derkeve holê ka dê şer ducare bibe yan dê aştiyeke demkî hebe.
Rûdaw: Ez dê bêm ser şerê Îran û Amerîkayê lê vê carê bila li ser Başûrê Kurdistanê bimînim. Amerîka dostê Kurdan e lê dilgiraniyên wan jî zêde ne, bi taybetî di van demên dawî de. Amerîka demeke dirêj li benda wê yekê ma ku Herêma Kurdistanê hêzên Pêşmergeyan yek bixe, li benda wê ma ku parlamento çalak bibe, li benda wê ma ku hikûmeteke çalak û yekgirtî hebe. Ma di civînan de ti dilgiraniyek gihiştine we? Ew dilgiranî çi ne?
Hoşyar Zêbarî: Belê, wekî dost bi dilniyayî dilgiraniyê derdibirin û rexneyan jî digirin. Dibe ku em jî bi heman şêweyî bin. Dilgiran in bi rastî ji ber neavakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, anku piştî 18 mehan li ser hilbijartinan. Bi awayekî xwezayî ji bo wan ne girîng e ka kî gunehbar e, kî nahêle, bi wî şêweyî difikirin.
Her çend me rastî ji bo wan eşkere kirin, ku wekî PDK me hemû hewlên xwe dane, çi ji destê me hatibe, me nermî nîşan daye da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn û saziyên Herêma Kurdistanê meşrûbûna xwe wergirin û çalak bibin lê em heta niha bi ser neketine. Ev rastiya mijarê ye, lê em bêhêvî jî nînin. Niha jî PDK û YNK di hikûmeteke karbirêker de di hinek warên hevbeş de bi hev re dixebitin lê me nekariye bi temamî bikin.
Li ser hêzên Pêşmergeyan û reformên hêzên Pêşmergeyan, rast e hinek bipêşketin hebûne, lê negihiştiye wê astê ku bibe yek artêş. Me li vir di Kongreyê de kampanyayeke mezin jî kir, da ku ew mafên darayî yên ku berê Amerîkayê dida Pêşmergeyan û vê carê bi awayekî giştî qal nekiribûn, bi rastî me karekî zêde kir ku careke din ew alîkarî ji bo hêzên Pêşmergeyan bimeşe.
Rûdaw: Li ser Pêşmergeyan belgeyeke lihevtêgihiştinê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de heye. Meha 9an dema wê belgeyê bi dawî dibe. Li gorî amaran, heta niha Amerîka razî nebûye ku nû bike. Ev nerazîbûn wekî guvaşekê ye ku dixwazin Herêma Kurdistanê Pêşmergeyan yek bixe? Hûn çawa ji wê yekê fêm dikin ku Amerîkayê alîkariyên Pêşmergeyan di projebudceya sala bê de diyar nekirine lê ya Îraqê diyar kirine?
Hoşyar Zêbarî: Me şopandineke zêde kir û pêwendiyeke zêde jî li ser wê pirsgirêkê kir. Em bi hêvî ne em karibin careke din wan mafên Pêşmergeyan di wê budceyê de destnîşan bikin. Beşa din a pirsa te ya li ser belgeyê rast e, dema wê heye. Tiştê ku me ji berpirsên Amerîkayî bihîstiye, ew rêz û hurmeteke zêde ji bo hêzên Pêşmergeyan wekî hevpeymanekî digirin, ku di qadê de xwe îsbat kirine û hevpeymanekî bêhempa ne.
Tewra yek-du rojan berê di Kongreyê de, Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê gotinên baş li ser Pêşmergeyan kirin. Ev jî lobiyên me bûn bi rastî, beşek bû ji karê tîma me ya li vir a li Washingtonê, ku ev pirs ji wan kirin. Hêvî heye, em dizanin herêm hemû ber bi rewşeke nezelal ve diçe, bi hev ve girêdayî ye.
Ji bîr meke, hebûna hêzên Amerîkayê jî, ku biryar e di dawiya meha 9an de operasyona "Inherent Resolve" ku ji bo têkbirina DAIŞê hatibû avakirin, bi dawî bibe. Ev jî xaleke sereke bû di dan û standinên me de ku hebûn û domandina wan di vê demê de gelekî girîng e çimkî ti cih nemaye hêzên Amerîkayê tê de bêhna xwe vedin ji xeynî Kurdistanê. Daxwaza Îranê jî ew e ku hêz û baregehên Amerîkayê li herêmê, li Rojavayê Asyayê hemû nemînin. Ev jî yek ji wan xalan e ku ez bawer dikim em li ser sekinîne û me li ser kar kiriye.
Rûdaw: Kek Hoşyar, li ser Amerîka û herêmê, pêwendiya Amerîka û hikûmeta nû ya Îraqê. Donald Trump destpêkê gelekî nerazî bû li ser wê yekê ka kî dê bibe namzed lê paşê got ev kes min destnîşan kiriye û kesekî bi hêz e û biryar e vexwîne Koşka Spî. Ma Amerîka wilo ji hikûmeta Îraqê razî ye ku Donald Trump bi vî şêweyî behsa Serokwezîrê nû yê Îraqê dike?
Hoşyar Zêbarî: Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî, hat cem me li Kurdistanê, hat cem cenabê Serok Barzanî û dan û standineke vekirî, erênî û dostane pê re hat kirin. Her tiştê baş got. Daxwaz kir ku cenabê Serok di navbera Bexda û Hewlêrê de bibe hakem. Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê meaş in, maf û mafên wê yên darayî hene, ew wan bi siyasetê re têkel nake. Pirsgirêkên fênî û teknîk çareser dike. Hez dike pêwendî asayî bibin.
Rûdaw: Cenabê te ji nêzîk ve Elî Zeydî nas dike?
Hoşyar Zêbarî: Ez di wê civînê de bûm, carekê min dîtiye lê ji nêzîk ve na. Ew bazirgan e, ji derveyî pergala siyasî hatiye.
Rûdaw: Ma ev ji bo Kurdan baş e, kesekî nesiyasî?
Hoşyar Zêbarî: Li vir jî tecrubeya Serok Trump li ber destê we heye, heman tecrube ye.
Rûdaw: Lê Serok Trump desthilata wî heye.
Hoşyar Zêbarî: Ez dizanim.
Rûdaw: Ma Elî Zeydî xwedî wê desthilatê ye?
Hoşyar Zêbarî: Mebesta min wekî diyarde ye, ew jî bazirgan e, ew jî ji derveyî pergala siyasî ya asayî hatiye. Di wî warî de, nexwe em desthilata wî dizanin.
Rûdaw: Tu jê bi hêvî yî?
Hoşyar Zêbarî: De bihêle ez ji bo te temam bikim, lezê meke. Tiştên baş dibêje, Kek Diyar, arasteya wî baş e, niyeta wî ya baş heye lê me xelkên din jî dîtine ku soz dane û niyetên wan baş bûne, lê pêbend nebûne pê ve. Niyeta me ya baş li hemberî wî heye û me piştgirî jî kiriye. Herêma Kurdistanê, cenabê Serokwezîr li Bexdayê ye her ji bo domandina van pêwendiyan. Li vir Amerîka piştgirî dike. Wekî ku Serok Trump got, "Em piştgirî dikin. "Doh pêr pê re peyivî ye û vexwendiye vir lê Amerîka li ser çend pirsgirêkan li Îraqê dilgiran e, bi taybetî pirsgirêka milîsên çekdar, ewên ku girêdayî Heşdî Şebiyê ne yan serbixwe ne.
Ev bûne gef ne tenê ji bo Amerîkayê, ji bo hemû herêmê, li dijî welatên Kendavê, li dijî Urdinê, bi mûşek û dronan. Tewra ew kesê ku li Tirkiyeyê hat girtin, wekî zengila hişyariyê bû ji bo Amerîkayê, ku xelkek hene mijûlî karên terorîstî ne li ser xaka wan. Ji wan tiştan gelekî dilgiran in. Ez di wê baweriyê de me ku ew piştgiriya Amerîkayê ya ji bo hikûmeta Îraqê, dikare gelekî jî alîkar be, bi taybetî di warê aborî û darayî de, lê dê ne vekirî be.
Rûdaw: Anku bi şert û sînordar e?
Hoşyar Zêbarî: Bi hesab dibe lê derfetê didinê. Bi dilniyayî me jî di van hevdîtinan de hemû rewşa Îraqê û hikûmeta nû ji bo dostên Amerîkayî û berpirsan eşkere kiriye. Me gotiye em jî piştgiriyê didin da ku serkeftî bibe û valahiya destûrî li Îraqê çênebe. Rewşa Îraqê lawaz e û helwesta wê nîne. Bi rastî kes wî hesabê mezin ji bo wê nake.
Rûdaw: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Bexdayê hinek hevdîtin pêk anîn. Berî demekê jî Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bû. PDK li Bexdayê nîne, çima PDK li Bexdayê nîne? Sedema vê çi ye?
Hoşyar Zêbarî: Di dema borî de, bi rastî serkirdayetiya PDKyê û Serok Barzanî û Mekteba Siyasî hest pê kir ku rûdanên îsal ên li Bexdayê nîşanên erênî nebûn ji bo PDKyê. Ji ber wê, sererastkirineke navxweyî hat kirin û em gihîştin hinek encaman. Belê, divê hebûna PDKyê li Bexdayê zêdetir be.
Rûdaw: Anku tu dibêjî li Bexdayê amade nebûn?
Hoşyar Zêbarî: Belê, belê.. Ev raya xelkê me bû, ewên ku li Bexdayê kar kirine, çi niha û çi berê, ew kêmasî destnîşan kirin. Li vir jî tewra li Amerîkayê jî..
Rûdaw: Li Washingtonê jî nînin?
Hoşyar Zêbarî: Na na tu gelekî lezê dikî… Li vir jî ew gileyî ji me dikirin, ku hebûna me li Bexdayê di wê astê de nîne, bi wê hêzê nîne. Ev tiştekî pêdivî ye û dê were çareserkirin. Wekî ku te jî qal kir, berî demekê Kek Nêçîrvan li wir bû, îro cenabê Kek Mesrûr çûye, hinek dan û standinan bi Elî Zeydî û berpirsên nû yên Îraqê re bike. Piştî cejnê jî biryar e kabîneya xwe temam bike û dest bi kar bibe.
Rûdaw: Bi wezîrê PDKyê ve jî?
Hoşyar Zêbarî: Înşalah… Belê.
Rûdaw: Nexwe çima wezîrê PDKyê nehat hilbijartin? Yan hûn gilih ji kê dikin?
Hoşyar Zêbarî: Hevpeymaniyek li dijî PDKyê hebû, ne tenê li dijî PDKyê, li dijî Malikî û li dijî Musenna Samerayî hebû. Biryar bû hemû kabîneya Elî Zeydî her 19 wezîr derbas bibin lê bi rastî wê hevpeymaniyê li hemberî nûnerên aliyên din namerdî kir.
