Endamê Parlamentoya Ewropayê yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt got, “Tenê du hefte berê gotûbêjeke me li Parlamentoya Ewropayê hebû ku ez jî beşdarî bûm, gelekî zelal bû ku ji baskê çep heta baskê rast piştgirî ji bo Rojava û Kurdan hebû.”
Jonas Sjöstedt piştî serdana xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand ku divê dorpêça li ser Kobaniyê were şikandin û alîkariyên ji bo Şamê bi merc bin.
Jonas Sjöstedt piştî serdana xwe, ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa mirovî ya li bajarê Kobaniyê gihiştiye asteke metirsîdar.
Sjöstedt amaje pê kir ku bajar di bin dorpêçê de ye û ji ber kêmbûna av, elektrîk û dermanan dinale, loma bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku demildest wê dorpêçê rake.
Sjöstedt di hevdîtinên xwe yên li gel Mezlûm Ebdî û serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê de, hevxemiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Kurdan ducare kir.
Parlamenterê Ewropî got, divê Şam û HSD pêbendî peymanan bin û tundiyê rawestînin.
Sjöstedt her wiha got: "Pêwîst e alîkariya darayî ya Ewropayê ya ji bo Sûriyeyê bi merc be. Eger Şam pere û rakirina cezayan dixwaze, divê rêzê li mafên kêmîneyan bigire û di pêvajoya aştiyê de bi pêş bikeve."
Wî parlamenterî pesnê modela Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê da, bi taybetî di mijara wekheviya navbera jin û mêran û bihevrejiyana pêkhateyan de û ew wekî mînakeke girîng ji bo Sûriyeya paşerojê bi nav kir.
Endamê Parlamentoya Ewropayê yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Di serdana xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de hûn bi kê re civiyan û we kî dît?
Jonas Sjöstedt: Em wekî şandeyeke Partiya Çep a Swêdê çûn, ez jî endamê Parlamentoya Ewropayê me. Li wê derê me serkirdayetiya Rojavayê dît, me Mezlûm Ebdî, wezîrê karên derve, serkirdayetiya YPG û PYDyê dît lê me gelek xelkê sivîl jî li seranserê Rojavayê dîtin.
Bê guman yek ji armancan nîşandana hevxemiyê ye ji bo wî xelkê ku li Rojavayê dijî lê ji bo wê yekê ye jî ku em balê bikişînin ser wê rastiyê ku niha derfetek ji bo aştiyê heye.
Lê divê hikûmeta Sûriyeyê ya li Şamê û aliyê Kurd jî pêbendî wan peymanan bin ku kirine. Divê tundiyê rawestînin, dorpêça li ser Kobaniyê bişikînin û çareseriyeke aştiyane bibînin ku xelk karibe bi hev re li Sûriyeyê bijî.
Rûdaw: Rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa bû?
Jonas Sjöstedt: Bê guman xelk ji paşerojê dilgiran in lê di heman demê de gelekî bi biryar in û ne amade ne ku dev ji wan hemû destkeftiyan berdin ku bi dest xistine. Ez dikarim bibêjim ku gelekî baş hatine birêxistinkirin.
Astengiyeke taybet ew bi deh hezaran koçber in ku çûne herêmê, hinek ji Helebê an ji gundên derdorê çûne, hinek jî xelkê Efrînê ne.
Ew di rewşeke dijwar de dijîn, piraniya wan di nav dibistanan de dijîn. Spas ji Xwedê re ku alîkariyeke zêde ji parçeyên din ên Kurdistanê ji wan re diçe, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê ku barhilgir bi alîkariyê ve diçin hundir. Ev xwedî wateyeke mezin e ji bo xelkê.
Lê bê guman tiştê ku niha pêwîstiya wan pê heye aramî ye, aramiyeke ji bo ku karibin vegerin warê xwe. Ev tiştek bû ku hemû Kurdan daxwaz dikir. Li wê derê ez wisa difikirim ku girîng e Şam karên xwe bi cih bîne.
Rûdaw: Hûn vedigerin Parlamentoya Ewropayê. Hûn dê tiştên ku we dîtine çawa ji parlamenter û berpirsên Ewropayê re bibêjin?
Jonas Sjöstedt: Bi ya min rola Ewropayê ya girîng heye ku bilîze û her wiha civaka navneteweyî jî, ji ber ku divê peyameke zelal ji bo Şamê hebe: Êdî tundî li dijî kêmîneyan nebe. Çi Kurd bin, Xirîstiyan, Elewî yan Durzî.
Divê çareseriyeke aştiyane hebe bi rêzgirtina li cudahiyên welêt. Hikûmeta Sûriyeyê alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê û gelek welatên endam werdigire.
Ez wisa difikirim ku gelekî girîng e ev alîkarî bi merc be. Eger pereyan ji Rojavayê werdigirî, eger ceza tên rakirin, divê di pêvajoya aştî û yekgirtinê de bipêşketin jî hebe.
