Piştî rêkeftina dîrokî ya 29ê Çileyê, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdemeke nû ya siyasî û îdarî dest pê kir. Di vê qonaxa veguhastinê de, parêzgeha Hisîçayê ku dilê aborî û çandiniya herêmê ye, ketiye bin Rêveberiya parêzgarê xwe yê nû. Dr. Nûredîn Îsa, wekî yekem parêzgarê Kurd di dîroka nû ya Sûriyeyê de, niha erkê birêvebirina vê parêzgeha stratejîk hildaye ser milê xwe. Di vê hevpeyvîna taybet a Rûdawê de, em dê li ser yekbûna saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî, çarenivîsa bi hezaran karmend û şervanan, budceya milyar dolarî ya herêmê û vegera koçberên Serê Kaniyê û Efrînê bi Dr. Nûredîn Îsa re bipeyivin.
Parêzgarê Hisîçayê li ser paşeroja Rêveberiya Xweser jî got, “Demek wisa bi roj û bi heyv nehatiye destnîşankirin. Lê, armanc ew e ku bi lez û bez ev yekbûn çêbibe. Ji bo çi? Ji bo xizmetguzariyên parêzgehê bi giştî, ji bo miletê xwe, ji bo mirovên xwe, ji bo welatiyên xwe. Ji ber vê yekê, em gavên baş diavêjin. Em bi hemû aliyan re di nav peywendiyan de ne. Aliyê leşkerî gavên baş avêtin. Aliyê Wezareta Karên Navxweyî, ewlekariya hundirîn, ew jî gavên baş avêtin û pergala xwe ya nû ava dikin, ango bi rengekî nû bi pergaleke nû. Li vir ez dixwazim vê xalê zelal bikim ku yekbûn çi ye? Yekbûn du tişt hene û wan tevlîhev dikin û pergaleke nû jê tê derxistin, ango mijar ne helandin an jî tunekirin e. Hin dibêjin êdî Rêvebiriya Xweser nemaye, erê rast e Rêveberiya Xweser nemaye lê bûye beşek ji dewletê. Eger kesek kûr li wê temaşe bike diyar dibe ku li şûna Rêvebiriya Xweser tiştekî mezintir heye.”
Rûdaw: Temaşevanên hêja, dema we baş be. Di çarçoveya guhertinên ku di demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rû dane. Bûyerên ku di çend rojan de qewimîn, hemû herêm ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve serûbin kirin. Ji bo ku em bizanin paşeroja navçeyê ber bi ku ve diçe, niha ez bûme mêvana yekem parêzgarê Kurd di dîroka nû ya Sûriyeyê de, Dr. Nûredîn Îsa. Gelekî spas ji bo ku te mêvandariya me kir.
Nûredîn Îsa: Ser seran û ser çavan, bi xêr hatina we jî dikim. Di destpêkê de em dixwazin spasiya kanala Rûdawê û tîm û Rêveberiya wê ya giştî bikin. Di demên dawî de we ti kêmasî nekir û ji bo piştgiriya parêzgeha Hisîçayê û giştî herêmê hemû hewldanên xwe kir. Em spasiya we dikin.
Rûdaw: Tu bûyî yekemîn parêzgarê Kurd ê Hisîçayê. Gelo budceyeke taybet ji bo parêzgeha Hisîçayê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye veqetandin? Hatiye destnîşankirin? Xuya ye ku dê budceya parêzgeha Hisîçayê çi qas be?
Nûredîn Îsa: Di vê mijarê de em dikarin bibêjin ku parêzgeha Hisîçayê di tevahiya Sûriyeyê de wekî parêzgehên din e. Lê, wekî taybetmendî, em dikarin bibêjin ku parêzgehên rojhilat, ên wekî Hisîça, Dêrazor û Reqayê, taybetmendiyeke wan heye. Ji aliyê budceyê ve, em dikarin bibêjin ku çavkanî û xêr û bêrên wan ji yên din zêdetir in. Ji ber vê yekê, di nîqaşan de û wekî biryar, dê budceyeke taybet ji bo wan hebe. Em dikarin bibêjin ku dê hejmarek ji tiştên aborî hebin ku ji bo bipêşxistina parêzgehê werin bikaranîn. Ev yek hate gotin û hate kirin. Wekî destpêk jî, Serok Ehmed Şer got ku dê milyarek dolar ji bo parêzgehên rojhilat bê veqetandin.
Rûdaw: Milyarek dolarê Amerîkî?
Nûredîn Îsa: Belê.
Rûdaw: Ev tenê ji bo parêzgeha Hisîçayê ye?
Nûredîn Îsa: Na, ji bo giştî ye. Ji bo her sê parêzgehan; Reqa, Dêrazor û Hisîça.
Rûdaw: Ev ji bo salekê hatiye destnîşankirin?
Nûredîn Îsa: Rast e, ev ji bo destpêka sala 2026an e.
Rûdaw: Her kes dizane ku li parêzgeha Hisîçayê gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê hene. Yanî eger mirov ji rêyan dest pê bike, heta ku mirov digihîje pirsgirêka av û kehrebeyê. Çi projeyên we hene ku di salekê de werin kirin? Ez qala projeyên xizmetguzariyê dikim ku dê di salekê de ji xelkê re werin kirin.
Nûredîn Îsa: Wekî parêzgeha Hisîçayê, te dît piştî van bûyerên dawî, em nêzîkî du mehan in ku li vir in. Berê pergalek hebû, wekî Rêvebiriya Xweser bi navê xwe dixebitî û bi awayekî xizmetguzarî dixebitî. Lê piştî rêkeftina 29ê Çileyê, di vê qonaxê de em dixwazin di navbera her du pergalanan de tevlêbûnekê çêbikin û pergaleke nû jê derbixînin. Ji bo ku em karibin xizmetguzariyan pêşkêş bikin û pêdiviyên gel bi cih bînin. Ev pergal dê çêbibe û dê dest bi karê xwe bike û ji niha û pişt re jî em bikaribin gavên pratîk bavêjin. Di vê mijarê de, bernameya me ya sereke ew e ku em karibin bi rastî pirsgirêka yekemîn a ku li pêşiya me bû, pirsgirêka ava Hisîça çareser bikin. Wekî ku hûn jî dizanin, li Hisîça ji sala 2019an ve pirsgirêka avê heye. Wekî bajarekî ku nêzîkî milyonek mirov lê dijîn, bê av maye. Me hewl da û hemû hêza xwe da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin û Stasyona Elokê ji nû ve bikeve kar. Me heta astekê jî karî em vê pirsgirêkê çareser bikin. Saziyên Rêvebiriya Xweser û Wezareta Enerjiyê bi giştî, kehrebe dabîn kirin. Rêxistinên navneteweyî yên wekî Xaça Sor a Navneteweyî jî, bi rastî rola xwe lîstin û heta astekê alîkarî kirin. Lê, ev ne bes e.
Rûdaw: Kengî dê bikeve kar?
Nûredîn Îsa: Em bawer dikin ku divê dirêj neke û wekî me guman dikir di destpêka meha 6an de av bigihîje Hisîçayê, ev serkeftinek e. Lê kehrebe diviyabû temam bûbe û me xeteke hawarçûnê bi rêya wêstgeha Neqil dabîn kir, ev jî Desteya Enerjiyê ya Rêvebiriya Xweser bi alîkariya Wezareta Enerjiyê li ser wê xebitî. Wekî hûn dizanin em niha di qonaxa tevlîbûnê de ne û wekî tîmekê dixebitin. Niha hewl tên dayîn ku xeteke din jî ya sereke ji Bendava Tişrînê û ji wir bigihîje Stasyona Mebrûka û ew jî bide Serê Kaniyê û Stasyona Elokê. Ji ber vê mijara avê ji bo Hisîçayê bi rastî ji bo me mijara sereke bû û mijara din jî perwerde ye, ew jî gavin tê de hatine avêtin. Me qonaxa tevlîbûnê tê de lez kir, ji bo qerebûkirina ziyanên îsal ên di van bûyerên dawî de bi xwendekaran re bûne. Mijara tenduristiyê, nexweşxane hatin çalakirin û hema heta asta ku em dikarin, em li ser erkdarkirina doktor û kadroyan dixebitin. Ji bo şaredariyan û karûbarên xizmetguzariyê, paqijiyê û tiştên din, bi rastî qonaxa wê ya tevlîbûnê hinekî tereng ket lê heta astekê hate kirin. Ew jî divê were çareserkirin. Serokên şaredariyê û tayînkirinên nû dê çêbibin û pergaleke nû ji wan re dê were danîn. Ev jî di van rojên nêzîk de dê çêbibe. Em dixwazin gav bi gav van pirsgirêkan çareser bikin.
Rûdaw: Birêz parêzgar te qala yekbûnê kir. Yekbûn gelek dosyeyan li xwe digire. Gelek dosye hene. Niha yekbûn gihîştiye kîjan astê? Û dema ku we destnîşan kiriye, an jî we daniye ber çavên xwe, ku di vê demê de dê bi temamî Rêvebiriya Xweser tevlî hikûmetê bibe, ew dem çi qas e? Yanî gelek kes qala çar mehan dikin. Ku di nav çar mehan de bi temamî dê yekbûn çêbibe. Rêvebiriya Xweser bi hemû saziyên xwe dê tevlî sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyeyê bibe. Tiştekî wisa heye? Demek wisa hatiye destnîşankirin?
Nûredîn Îsa: Demek wisa bi roj û bi heyv nehatiye destnîşankirin. Lê, armanc ew e ku bi lez û bez ev yekbûn çêbibe. Ji bo çi? Ji bo xizmetguzariyên parêzgehê bi giştî, ji bo miletê xwe, ji bo mirovên xwe, ji bo welatiyên xwe. Ji ber vê yekê, em gavên baş diavêjin. Em bi hemû aliyan re di nav peywendiyan de ne. Aliyê leşkerî gavên baş avêtin. Aliyê Wezareta Karên Navxweyî, ewlekariya hundirîn, ew jî gavên baş avêtin û pergala xwe ya nû ava dikin, ango bi rengekî nû bi pergaleke nû. Li vir ez dixwazim vê xalê zelal bikim ku yekbûn çi ye? Yekbûn du tişt hene û wan tevlîhev dikin û pergaleke nû jê tê derxistin, ango mijar ne helandin an jî tunekirin e. Hin dibêjin êdî Rêvebiriya Xweser nemaye, erê rast e Rêveberiya Xweser nemaye lê bûye beşek ji dewletê. Eger kesek kûr li wê temaşe bike diyar dibe ku li şûna Rêvebiriya Xweser tiştekî mezintir heye.
Rûdaw: Lê mijar biryar e, li vir xelk an jî saziyên li vir dê serbixwe bin di warê biryardayînê de yan biryara wan dê ji Şamê ji wan re were? Ango dema xelk dibêje tiştek bi navê Rêvebiriya Xweser, yan jî tiştek ji Kurdan re nemaye, yan jî helandin çêbû, mebesta vê jî biryar e. Gelo biryar dê ya kê be, heta kîjan astê hûn ê di biryarê de serbixwe bin?
Nûredîn Îsa: Em dikarin vê mijarê jî bi zelalî bêjin, berê jî me gotibû, çi Kurd an jî giştî parêzgeha Hisîçayê, em beşek ji Sûriyeyê ne. Kurd jî wekî Ereb û Xiristiyanan, her kes dê li gorî derfet û pisporiya xwe bi rola xwe rabe. Lê ev mijar herî zêde li pêşiya welatiyên Kurd derdikeve pêş, lê ew dikare bibe birêvebirek li parêzgeha Hisîçayê û dikare bibe wezîrek li ser asta giştî ya Sûriyeyê. Ji ber vê yekê serxwebûna biryarê, wekî me berê jî gotiye em beşek ji giştî Sûriyeyê ne. Di hin cihan de serxwebûn heye, li gorî desthilatan. Bê guman piştî vê hikûmeta nû hat avakirin, desthilatên birêvebirî berfireh bûn. Gelek erkdarî hatine kirin ji navxweyî û bi serxwebûneke birêvebirî li hemû parêzgehan. Ez bawer dikim ev tevlîbûn destkeftek e û ne tiştekî xirab e yan jî em bi tirs lê temaşe bikin.
Rûdaw: Birêz hemû karmendên Rêvebiriya Xweser dê hemû bibin karmendên hikûmetê yan jî ji ber ku bingeha wê were guhertin û pergala wê were guhertin û êdî pêwîstî bi ev qas karmendan nake û dê hin ji wan ji kar werin derxistin û hinek jî werin damezirandin û bibin karmendên fermî li ba hikûmetê? Gelo tiştekî wiha çêbibe?
Nûredîn Îsa: Bi giştî, di çarçoveya rêkeftinê de, hemû karmendên Rêvebiriya Xweser dê tevlî wezaret û saziyên hikûmetê bibin. Lê, ev nayê wê wateyê ku her kes dê di cihê xwe de bimîne. Dê nirxandin werin kirin. Dê li gorî pisporî û şiyanên wan, cihên nû ji wan re werin dîtin. Ango her kesek li gorî pisporiya xwe dê cihê xwe tê de bigire û ev xaleke ji rêkeftinê ye ku hemû karmendên Rêvebiriya Xweser werin damezirandin.
Rûdaw: Lê, li vir ji ber rewşa xirab û ew rewşa taybet a ku tê de derbas bû, belkî gelek kes ketin hin karan de. Lê, mînak bawernameya wan tune bû. Di vê rewşê de dê ev karmend ji kar werin dûrxistin?
Nûredîn Îsa: Di pergala hikûmetê de ya rêvebirî û wezaretan kategoriya kar heye. Ango yên zanîngeh temam kirine dê di pileya yekem de bin û pileyên duyem û sêyem û heta pileyên pêncemîn. Heta ku yên bê bawername jî dikarin cihê xwe tê de bigirin, ji ber vê yekê derfet heye ku her kes tê de cih bigire.
Rûdaw: Bi giştî karmendên Rêveberiya Xweser çi yên serbazî bin an jî sivîl bin ku dê li ba hikûmetê werin damezirandin hejmara wan derdora çend hezar kes in?
Nûredîn Îsa: Berê jî me gotibû di ser 40 hezaran re ye, lê dîsa jî em dibêjin di navbera 40, 45 û 64 hezar karmendan de dê werin damezirandin, ku mamoste, saziyên xizmetguzariyê û yên din li xwe digire.
Rûdaw: Ev yek ziyanê nade wan karmendên berê yên hikûmetê, ango ew jî dê vegerin ser karên xwe?
Nûredîn Îsa: Di vê mijarê de, ne ew tenê, ne tenê karmendên berê, karmendên hikûmeta berê jî dê bimînin û karmendên Xweser û saziyên wê jî dê werin tevlîkirin. Kesên ku berî niha ji kar hatine dûrxistin, ji ber sedemên wekî şoreşgertî, ewlehî û wekî din ku ji rejîma berê ve hatibûn zulmandin, ew jî li gorî pîvanekê dê vegerin ser kar. Ji ber vê yekê ti kes nayê cihê kesekî din. Me got, ev tevlîbûnek e, her kes dê li gorî pisporiya xwe cihê xwe di vê pergaleke nû de bigire.
Rûdaw: Bi nêrîna te niha tevlîbûn baş birêve diçe?
Nûredîn Îsa: Heta niha baş e, erênî birêve diçe. Hin caran di hin mijaran de astengî derdikevin, lê ne ew astengiyên ku wê rawestînin, û birêve diçe.
Rûdaw: Ji aliyê serbazî ve, kengî HSD dê tevlî artêşa hikûmetê bibe?
Nûredîn Îsa: Tişta ku agahiyên me jê hene, ew jî birêve diçe. Pergaleke wan jî heye û ji ragihandinê re jî hatiye gotin. Ji bo min li ser asta parêzgeha Hisîça dê bibin 3 lîwa di nava firqeyekê de û gelek damezirandin jî derketin, wekî alîkarê wezîrê berevaniyê bo karûbarên herêma rojhilat, kesekî ji nava HSDyê bû ango yek ji fermandarên HSDyê bû. Alîkarê serokê firqeyê jî dê li Hisîça be û ew jî ji HSDyê bû. Bi giştî ev damezirandin pêk hatine. Ew jî di nava xwe de lîwayan ava dikin û gav bi gav ew jî ber bi wê tevlîbûnê ve diçin.
Rûdaw: Behsa wê yekê tê kirin ku alîkar, yanî cîgirê Wezîrê Derve jî kesekî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, yanî kesekî Kurd e. Tiştekî bi vî rengî heye?
Nûredîn Îsa: Wekî Rêveberiya Xweser, bi karmendên xwe, bi birêvebirên xwe, bi giştî... Berê li parêzgeha Hisîçayê bûn. Dema ku ev rêkeftin û ev yekbûn çêbû, rê ji wan re hat vekirin. Dibe ku wezîr jî hebe, yanî ne tenê alîkarê wezîr be. Divê di asta herî jor de, di hikûmeta Sûriyeyê de cih bigirin. Ji ber vê yekê wezîr yan jî alîkarê wezîr ev damezirandin in, ango pêşiya wan vekirî ye. Çima nebe wezîr û bibe alîkarê wezîr?
Rûdaw: Eger heye? Îhtîmal heye?
Nûredîn Îsa: Erê, pêkan e.
Rûdaw: Kesek heye ku hatiye destnîşankirin?
