Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dadê ya Îranê eşkere kir ku girtiyê bi navê Şehram Sadiqî hat îdamkirin.
Ew di dema xwenîşandanan de bi tohmeta "sîxuriya Îsraîlê", "serhildan" û êrişa bi otomobîlê ya li hêzên ewlehiyê yên Îranê hatibû tawanbarkirin.
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya Saziya Dadê ya Îranê nûçeyek belav kir û ragihand ku Şehram Sadiqî li bajarê Kerecê di dema xwenîşandanan de bi ajotina otomobîlê ya bi ser hêzên ewlehiyê de hatiye tawanbarkirin.
Rayedarên dadê îdia kir ku di bûyerê de 7 endamên hêzên ewlehiyê bi giranî birîndar bûne.
Li ser Şehram Sadiqî her wiha bi tohmetên "sîxuriya Mossadê", "serhildan" û "têkdana ewlehiya neteweyî ya welêt li gorî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê" biryara îdamê hat dayîn.
Her wiha biryar hat dayîn ku dest deynin ser mal û milkên wî.
Saziya Dadê ya Îranê ragihand, piştî ku Dîwana Bilind a Dadê biryar pejirand, cezayê îdamê danê sibehê hat bicihanîn.
Di xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Îranê dest pê kirin de bi hezaran kes hatin desteserkirin.
Li gorî Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), li bajarên cuda yên Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê 53 hezar û 552 kes hatin desteserkirin.
Saziya Dadê ya Îranê eşkere kiribû ku ji bo hinek kesên hatine desteserkirin cezayê îdamê hatiye dayîn.
Her wiha dabû zanîn ku dê ev ceza di demeke kurt de werin bicihanîn.


.webp&w=3840&q=75)
