Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfiqarî hişyariyeke tund da berpirsên Herêma Kurdistanê.
Îbrahîm Zulfiqarî diyar kir ku ew dê bi tundî bersiva her cure hevkariyê ji bo bicihkirina hêzên "neyar" ên li ser sînorên Îranê bidin.
Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî ragihand ku "zanyariyên temam" ên hêzên wan ên çekdar li ser sînoran hene û hemû liv û tevger di bin çavdêriyê de ne.
"Em hişyariyê didin"
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê di beşeke daxuyaniya xwe de peyamek da berpirsên Herêma Kurdistanê kir û got:
