Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfiqarî ragohand ku di 24 demjimêrên borî de 221 leşkerên Amerîkayî hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê navenda biryardayînê ya leşkerî ya herî bilind a Îranê ye.
Berdevkê wê baregehê Îbrahîm Zulfekarî îro daxuyanî da.
Îbrahîm Zulfekarî got, "Êrişên me yên li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê û Îsraîlê dê bi tundî berdewam bikin."
Li gorî gotina Zulfekarî, wan di 24 demjimêrên borî de bi mûşek û dronan gelek êriş birine ser baregehên Amerîkayê.
Wî destnîşan kir ku di yek ji wan êrişan de ku li keştiyeke şer ketiye 21 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.
Êrişî Îmaratê kirin
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê her wiha eşkere kir ku wan êrişî Baregeha Leşkerî ya Ezafreyê ya Amerîkayê ya li Îmaratê kiriye.
