Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan cureyekî nû yê mûşeka balîstîk a bi navê "Etemad" bi kar aniye ku guhertoyeke gelekî bipêşketî ya mûşeka "Etemad"ê ye.
Berpirsên leşkerî yên Îranê berê ragihandibû ku ew dê di rojên pêş de çekên nû û teknolojiya bipêşxistî ji bo rûbirûbûna êrişan bi kar bînin.
Taybetiyên mûşekê
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, dîzayna vê mûşekê ji yekserikî kirine sê serik û baskên wê yên rênîşander hatine bipêşxistin.
