Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê diyar kir ku Mucteba Xamineyî wekî Rêberê nû yê Îranê hat hilbijartin.
Ev biryar bi yekdengiya endamên Encumena Pisporên Rêberiyê hatiye dayîn.
Encumenê di daxuyaniyekê de got, "Piştî lêkolînên hûr û berfireh û bikaranîna şiyanên xala 108an a destûrê, li gorî erkê şerî û baweriya bi amadebûna li ber Xwedayê mezin, di civîna awarte ya îro de Ayetulah Seyîd Mucteba Huseynî Xamineyî (Xwedê wî biparêze) li ser bingeha dengê piraniya nûnerên Encumena Pisporên Rêberiyê, wekî sêyemîn Rêberê sîstema pîroz a Komara Îslamî ya Îranê diyar dike û dide nasîn."
Bidawîbûna nîqaşan
Diyarkirina Mucteba Xamineyî di demekê de ye ku çend navên din wekî berbijêr ji bo wê postê dihatin rojevê.
Navê endamê encumena demkî ya birêvebirina welêt Elîreza Erafî, kesayetiyê tundrew Muhsîn Eraqî heta navê neviyê damezrînerê Komara Îslamî Hesen Xumeynî jî derbas dibû.
Encumenê di dawiyê de biryara li ser Mucteba Xamineyî da, bi vê yekê jî sîstema siyasî ya Îranê ber bi "veguhastina mîratî ya desthilatê" ve pêngav avêt, şêwazek ku Elî Xamineyî di sala 2024an de bi fermî red kiribû û şoreşa Îranê jî her ji bo bidawîanîna wê cora desthilata şahane hatibû kirin.
Mucteba Xamineyî kî ye?
Mucteba Xamineyî 8ê Îlona 1969an li bajarê Meşhedê ji dayîk bûye, yek ji 6 zarokên Elî Xamineyî ye.
Mucteba heta niha ti posteke wî ya fermî di hikûmetê de nebûye lê wekî yek ji kesayetiyên herî bibandor ên li pişt perdeyê yên biryarên siyasî û emnî yên Îranê dihat hejmartin.
Pêwendiyeke tund û tol a Mucteba bi Supaya Pasdaran re heye.
Dîroka vê pêwendiyê vedigere dema beşdariya wî ya di bereyên şerê navbera Îraq û Îranê yê di heştêyên sedsala borî de.
Sizayên Amerîkayê û tomet
