Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî bi boneya cejnên Remezan û Newrozê peyamek belav kir.
Xamineyî di peyama xwe de behsa şerê li gel Amerîka û Îsraîlê, aboriya Îranê û pêwendiyên li gel cîranan kir.
Xamineyî diyar kir ku cejnên Remezan û Newrozê îsal bi hev re ne, lewma wî pîrozbahî li Misilmanên cîhanê û welatiyên Îranê kir.
Îran û sê şer
Mucteba Xamineyî amaje bi wê yekê kir ku Îranê di sala borî de rûbirûyî sê şeran bûye:
Şerê yekem: Hezîrana par bû ku Îsraîlê "bi hevkariya Amerîkayê û di dema dan û standinan de bi êrişeke nemirovî" sîstema Îranê armanc kir.
Xamineyî got, "Wan herî kêm 1,l000 welatiyên me şehîd kirin lê nekarîn sîstema me birûxînin."
Şerê duyem: Kudetaya meha Kanûna Paşîn a îsal an ku xwenîşandanên li Îranê bûn. Xamineyî xwenîşandan tawanbar kir ku "dijmin bi rêya bekirêgirawên xwe" ziyaneke mezin gihand Îranê.
Şerê sêyem: Ew şerê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye û di roja yekem de Elî Xamineyî hate kuştin.
Mucteba Xamineyî got, "Dijmin nekarî bi xwenîşandanan encamê bigire lewma ket nava xeyala dabeşkirina Îranê bi rêya kuştina serkirdeyan."
Rêberê Îranê spasiya xelkê kir ku di Remezanê de rojî bi cîhadê re kirine yek û got ev yek bûye sedema şoka dijmin.
Xamineyî her wiha tekezî li ser "yekrêziya" xelkê Îranê kir.
