Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li esmanê welêt derb li balafireke şer a Îsraîlê ya cureya F-16 xistiye.
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ji 28ê Sibatê ve li tevahiya herêmê belav bûye.
Malpera "Sepah News"ê a Supaya Pasdaran ragihand, "Balafireke şer a dijmin a cureya F-16 a ser bi rejîma Siyonîst ve, saet 03:45ê ber destê sibehê li navenda Îranê derb xwariye."
Artêşa Îsraîlê beriya wê daxuyaniyê gotibû ku mûşekeke zemîn-esman ber bi balafireke Îsraîlê ve hatiye avêtin lê amaje bi cureya balafê nekiribû.
Artêşa Îsraîlê got, "Ti ziyan negihiştiye balafê." Lê belê hêj ne zelal e ka her du alî qala heman bûyerê dikin an na.
