Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniya Cîgirê Parêzgarê Xorasana Rezewiyê ya Îranê êrişeke asmanî li Balafirgeha Meşhedê û Bajarokê Pîşesaziyê yê Xeyamê yê li bajarê Nîşabûrê hate kirin.
Cîgirê Parêzgarê Xorasana Rezewiyê Emîrullah Şemqederî ragihand:
"Tiştekî dijmin ketiye sînorê Balafirgeha Meşhedê û Bajarokê Pîşesaziyê yê Xeyamê yê Nîşabûrê."
Emîrullah Şemqederî her wiha diyar kir ku pergala parastina asmanî ketiye dewrê û ti ziyanên canî çênebûne.
Li gorî daxuyaniya Pêywendiyên Giştî ya Parêzgeriya Xorasana Rezewiyê, êriş li karwan, hol û avahiyeke nav Balafirgeha Meşhedê hatiye kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de kes nemiriye.
Ji nîvrojê ve dengê teqînan li çend bajar û bajarokên parêzgeha Xorasana Rezewiyê tê bihîstin.
Ev deng bi taybetî li Meşhed û Nîşabûrê hatin bihîstin.
