Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehrana paytexta Îranê de, li navçeya Şehriyarê 6 kes mirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a Îranê (SNN), Alîkarê Qeymeqamê Şehriyarê Elî Rehîmî li ser mijarê agahî dane.
Elî Rehîmî ragihandiye ku di êrişa li ser devereke niştecihbûnê ya li Şahîdşehra navçeya Şehriyarê ve, 6 kes mirine ku 3 ji wan zarok in.
