Hewlêr (Rûdaw) - Du pîlotên Amerîkayî bi balafireke şer a cureyê F-15E Strike Eagle li asmanê Îranê li ser erkê xwe bûn lê rêwitiya wan neçû serî.
Berê Amerîka û Îsraîlê îdia dikir ku wan asmanê Îranê bi temamî kontrol kiriye û hemû pergalên parastina asmanî yên Îranê têk birine.
Lê ji nişka ve mûşekeke ku tê texmînkirin ji ser milan hatiye avêtin, li herêmeke asê ya çiyayî li başûrê rojavayê Îranê li balafirê xist.
Her du pîlot destika xweavêtinê dikişînin û bi paraşutên xwe li du deverên cuda dadikevin ser erdê.
Pêşbirka li gel demê
Ji vir pê ve êdî pêşbirka li gel demê dest pê dike.
Îran dixwaze her du pîlotan dîl bigire û Amerîka jî dixwaze bi her awayî wan rizgar bike.
Balafir dikeve xwarê lê hîn jî dikare cihê xwe ji bo amûrên wergirtina sînyalan bişîne.
Heta ew her du kursiyên ku bi pîlotan re ji balafirê vediqetin jî, amûrên şandina sînyalan di wan de hene û dikarin cihê xwe ji bo baregehên lêgerînê bişînin.
Pîlot ji wê kêliyê ve ji hev vediqetin û piştî ku dakevin ser erdê, her yek ber bi aliyekî ve diçe.
Protokola pîlotan û sînyalên veşartî
Pîlot di rewşên bi vî rengî de xwedî protokoleke karkirinê ne ku ji çar beşan pêk tê: Xweparastin, xweveşartin, parastin û dûrketin.
Pêngava yekem xweavêtina bi paraşutê û daketina zindî ye.
Pişt re xweveşartin û rêlibergirtina desteserkirinê dest pê dike.
Amûrên taybet ên pêwendiyê bi pîlotan re hene ku wekî (CSEL) tên naskirin. Bi rêya wan amûran dikarin agahiyan li ser cihên xwe bişînin.
Ev amûr pêlên radyoyê ji bo baregehên çavdêrî û lêgerînê dişîne. Her wiha dikare li ser rewşa pîlot, cihê wî û egera metirsiyê ji baregehan re agahiyan bişîne.
Lê hemû ev pêwendî bi rêya kodên taybet in û dijmin nikare sînyalên wan tesbît bike.
Tevî vê yekê jî divê pîlot agahiyên wiha bidin da ku werin naskirin. Pêwîst e baregehên wan piştrast bibin ku ev ne hewleke dijmin e ji bo xapandin û kişandina wan bo nav xefikekê.
Îranê xelata 15 milyar tumenî danî
Li aliyê din jî rayedarên Îranê dest bi hewldanên ji bo dîtina wan kiribû.
