Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf radigihîne ku gefên Donald Trump ti bandorê li gelê Îranê nake.
Mihemed Baqir Qalîbaf got, "Eger Amerîkî careke din îradeya me biceribînin, em dê waneyeke mezintir bidin wan."
Qalîbaf piştî vegera şandeya Îranê ya ji Pakistanê, amaje bi geşedanên dawî yên têkildarî dan û standinan û gefên Amerîkayê kir û got, "Gefên vê dawiyê yên Trump ti bandora wan li ser gelê Îranê nîne; ev ne dirûşm e û me li qadê îsbat kiriye.
Me nîşan da ku dijminên gelê Îranê di pêşerojê de çi qas bêhêvî bûne."
Serokê Parlamentoya Îranê derbarê dan û standinên navbera şandeyên Îran û Amerîkayê de ku bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabada paytexta wî welatî bi rê ve çûn got, "Gotûbêj gelekî hûr, cidî û tijî hevrikî bûn.
Şandeya me ji bo nîşandana niyeta baş, înîsiyatîfên gelekî baş kirin, her ew bû sedema bipêşketina di dan û standinan de."
Qalîbaf rexne li siyaseta Amerîkayê girt û got, "Amerîkî di maweyê kêmtirî salekê de û di nîvê dan û standinan de, du caran êrişî me kirin. Em nakevin bin barê ti gefê û me îsbat kir ku em bi gefan xwe teslîm nakin."
Qalîbaf: Em bi gefan xwe teslîm nakin
