Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zahîdanê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin. Di encama êrişê de 2 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Sîstan û Belûçistanê li ser bûyerê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li bajarê Zahîdanê çend çekdarên nenas gule berdan otomobîleke hêzên ewlehiyê.
Di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn."
Li gorî daxuyaniyê, êriş di dema dewriyeya hêzên polîsan a li Kolana Baqiriyê ya navçeya Şêrawayê de rû daye.
Hat diyarkirin ku di êrişê de efserê polîsan ê bi navê Mihemedreza Nîzamdost li cihê bûyerê miriye û 3 polîsên din jî birîndar bûne.
Polîsên Zahîdanê çend demjimêran piştî bûyerê eşkere kir ku polîsê birîndar ê bi navê Elî Mumînî yê ji Zahîdanê jî miriye.
