Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê û Berpirsê Sereke yê Dan û Standinan Mihemed Baqir Qalîbaf destnîşan kir ku ew dê di aloziya bi Amerîkayê re tawîzê ji mafên welatê xwe nedin.
Qalîbaf hişyarî da û got, "Eger Trump şaşiyekê bike û şer ji nû ve bide destpêkirin, dê bersiva me ji roja yekem kujendetir be."
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf doh bi Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re civiya.
Asim Munîr di çarçoveya hewldanên navbeynkariyê yên pêvajoya agirbesta navbera Amerîka û Îranê de doh çûbû Tehranê.
Qalîbaf di civîna roja şemiyê de peyamên hişk dan birêvebiriya Washingtonê.
Qalîbaf got, "Li hemberî aliyekî ku ne rast û ne jî pêbawer e, em dê ji mafên gel û welatê xwe gavan bi paş ve navêjin."
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew dê di dîplomasiyê de jî tawîzê nedin.
"Dema şer dest pê kir em di nav dan û standinan de bûn"
Qalîbaf tekez kir ku Îran hem li qadê hem jî li ser maseyê mafên xwe diparêze û ev îfade bi kar anîn:
