Hewlêr (Rûdaw) - Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bi awayekî fermî namzedbûna Elî Zeydî ya ji bo posta serokwezîriya Îraqê ragihand.
Çarçoveya Hevahengiyê her wiha pesnê Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî da ku xwe ji namzedbûnê vekişandine.
Li gorî daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê, êvara îro Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan "li Qesra Hikûmetê ya li Bexdayê civîneke girîng kir."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev yek wekî îşaretekê ye ji bo berdewamiya dezgehên dewletê û parastina baregeha desthilata cîbicîkar ku çavkaniya xwe ji vîna gelê Îraqê girtiye.
Pesnê Sûdanî hat dayîn
Li gorî daxuyaniyê di destpêka civînê de, "Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê pesnê karên hikûmetê yên bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî yên 3 sal û nîvên borî da."
Hat tekezkirin ku xebata Sûdanî xebateke niştimanî û berpirsyarane bûye ku bi rûbirûbûna astengiyên aborî, herêmî û navneteweyî re rûbirû maye.
Her wiha hat gotin, "Wan spasiya cîbicîkirina bernameya hikûmetê kir, bi taybetî di warê bipêşketin û vegerandina baweriya welatiyên Îraqê bi pergala siyasî û hilbijartinan."
Amaje pê hat dayîn ku ev yek bi rêya beşdariya berfireh a di hilbijartinên parlamentoyê yên vê dawiyê de bi zelalî derketiye holê.
"Vekişîna Malikî û Sûdanî helwesteke dîrokî ye"
Çarçoveya Hevahengiyê diyar kir ku ew vekişîna Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî bilind dinirxînin û got:
"Ji ber vekişîna wan a ji namzedbûna ji bo posta serokwezîriyê û pêkanîna hikûmeta bê, helwestên dîrokî û berpirsyarane yên Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Mihemed Şiya Sûdanî hatin nirxandin."
Çarçoveya Hevahengiyê di wê baweriyê de ye ku ev gav ducarekirina kelecana wan a ji bo parastina berjewendiyên bilind ên niştimanî ye û derbaskirina xitimiya siyasî hêsan dike.
Her wiha ev gav derfetê dide Çarçoveya Hevahengiyê da ku namzedekî wisa hilbijêre ku mercên daxwazkirî yên ji bo wergirtina postê serokwezîriyê tê de hebin û li gel pêdivî û astengiyên vê qonaxê guncav be.
Name ji Serokkomar re hat şandin
