Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di vê mehê de du keştiyên petrolê yên Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr ji Rûdawê re axivî.
Basim Mihemed Xuzeyr diyar kir, niha hinartina petrolê tenê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê tê kirin ku rêjeya wê nêzîkî 200 hezar bermîlan e.
Wî her wiha destnîşan kir ku "rêjeyeke kêm" jî di Tengava Hurmizê re tê hinartin û got:
"Di vê mehê de du keştiyên ku petrola Îraqê hilgirtibûn di Tengava Hurmizê re derbas bûn.
Keştiya dawî roja yekşemê milyonek bermîl petrol li Besreyê bar kir."
"Xwediyên keştiyan nikarin rîskê wergirin"
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, "Eger Tengava Hurmizê vebe, di nava hefteyekê de em dikarin careke din bigihin şiyana hinartina 3 milyon bermîlan.
Pirsgirêk ew e ku xwediyên keştiyan niha nikarin rîskê wergirin û bi keştiyên xwe petrolê di tengavê re bar bikin."
Nûjenkirina Boriya Kerkûk-Ceyhanê
