Hewlêr (Rûdaw) - PDKyê Fuad Husên û Rêbaz Hemlan, YNKyê jî Xalid Şiwanî ji bo wan wezaretên ku di hikûmeta nû ya Îraqê de ji wan re hatine veqetandin kirin namzed.
Her wiha Sirwe Ebdulwahîd ji bo posta Wezîrê Jîngehê namzeda Nifşê Nû ye.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Husên ji bo posta Wezareta Karên Derve ducare kiriye namzed.
Her wiha Rêbaz Hemlan ji bo posta Wezareta Avakirin û Niştecihirinê namzed e.
Postên PDKyê di kabîneya nû de
Di kabîneya hikûmeta Elî Falih Zeydî de sê post dikevin para PDKyê.
Ji xeynî her du wezaretan, PDK dê posta Alîkarê Serokwezîr jî wergire.
Parlamentoya Îraqê îro ji bo dengdanê li ser bername û kabîneya nû ya hikûmetê dicive.
