Hewlêr (Rûdaw) - Xwezaya pêhempa ya navçeya Pilûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê bala geştyaran dikişîne.
Di demsalên bihar û havînê de geştên çiyagerî û geştyariyên yên li xwezaya Pilûr û Pilemûriyê zêde dibin.
Lûtkeyên xwezaya navçeyên Pilûr û Pilemûriyê bi sûlav, golên qeşayî, gelî, zozan û jiyana kovî bala çiyager û werzîşvanan dikişînin.
Çiyager Dilaver Eren wiha qala rêwîtiya xwe kir:
“Em demjimêrên sibehê zû bi otomobîla xwe ji Pilûrê derketin. Em heta cihekî bi otomobîlê hatin, rêya wê jî gelekî bi kelacan bû.
Piştî otomobîlê jî 2 demjimêr rêya meşê hebû. Beşeke wê zehmet bû. Piştî em derketin lûtkeyê me 9-10 gol dîtin."
Çiyager û geştyarên ku bi pêşengiya komeleyên çiyageriyê geştên xwe saz dikin, vê hefteyê li herêma Çiyayê Mircanê bûn ku xwedî xwezayeke bêhempa ye.
Çiyager Nesrin Soylemez jî bi vî rengî axivî:
“Dêrsim, yek ji rêgehên bêhempa yên xwezayê ye. Xwezaya wê xera nebûye. Ez hêvî dikim em têk nedin.”
Dêrsim bi xwezaya xwe ya destnehingivtî û jiyana xwe ya kovî bajarekî taybet e û gelê wê jîngeparêz e.
Bi taybetî herêma Geliyê Munzurê navendeke girîng a geştyariyê ye. Salan e bi deh hezaran geştyar ji bo dîtina xwezaya wê diçin Dêrsimê.



