Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Akademiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê panelek bi sernava “Ziman û Netewe” saz kir.
Nivîskar û akademîsyenên ku beşdarî panelê bûn, bal kişand ser astengiyên li pêşiya Kurdî.
Di panelê de xebat û gavên ji bo parastina ziman hatin gotûbêjkirin.
“Neteweyek bê ziman nabe”
Mamoste û Xebatkarê Akademiya Wanê Muzafer Duman diyar kir ku wan bi zanebûn mijara panelê wekî "Ziman û Netewe" hilbijartiye û got:
“Çima Ziman û Netewe? Ji ber ku di van demên dawî de hişmendiya neteweyî ava bûye, me got neteweyek bê ziman nabe.
Ji ber wê yekê jî em her tim wekî Komeleya Akademiyê gîrîngiyê didin xebatên ziman.”
“Divê Kurd 6 milyon malan bikin dibistan”
Hevserokê Akademiyê Abdurrahîm Orhan jî bal kişand ser rewşa perwerdeya li Tirkiyeyê.
Orhan diyar kir ku li Tirkiyeyê 750 hezar pol hene ku xizmeta Tirkî dikin û wiha axivî:
"Ji bo ku Kurdî jî hebûna xwe bidomîne û xwe ji çerxa asîmîlasyonê biparêze, divê Kurd 6 milyon malên xwe bikin dibistan û fêrgeh.
