Hewlêr (Rûdaw) - Endam û werzişvanên Komeleya Çiyageriyê ya Vadî Dogayê vê carê çû Dêra Meryemayê ya dîrokî ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.
Komele her çar demsalan bêrawestan geştên xwezayê û çiyageriyê didomîne.
Endamên komeleyê vê hefteyê li navçeya Payîzavayê ya Wanê bûn û Dêra Meryemayê ya dîrokî ziyaret kir.
Serokê Komeleya Vadî Dogayê dîmenên geşta xwe ji Rûdawê re şandin û banga parastina xwezayê kir.
"1993yan hat xerakirin"
Serokê Komeleya Vadî Dogayê Omer Demez diyar kir ku ew li gundê Arazê yê Payîzavayê ne û wiha got:
"Em hatine Dêra Meryemayê. Dêra Meryemayê ji 365 odeyan pêk dihat. Lê mixabin sala 1993yan hat xerakirin.
Vê gavê li beşa jêrîn tenê 17 ode mane, ode bi ser hev ve ne, pencereyên wan nînin, ji odeyekê derbasî odeyeke din dibî.
Bila her kes xwezayê biparêze, eger em xwezayê biparêzin em dê xwe biparêzin."
Armanc parastina jîngehê ye
Yek ji armancên geştên komeleyê balkişandina ser parastina jîngehê ye.
