Hewlêr (Rûdaw) - Deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de yên ku dikevin navbera Tirkiye û Îranê ji bo çûn û hatina rojane hatin girtin.
Tenê destûr tê dayîn ku barhilgirên bazirganî derbas bibin.
Şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de didome.
Ji ber şer, li gelek welatên Rojhilata Navîn geştên asmanî hatin betalkirin û li hinek welatan jî deriyên sînorî hatin girtin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Bolat ragihand ku her sê deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî dualî ji bo çûn û hatina rojane hatine girtin.
Kîjan derî hatin girtin?
Li gorî daxuyaniyê, Deriyê Sînorî yê Gurcîbulaqê yê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê û Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatine girtin.
