Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Şamaranê ragihand ku ji aliyê hevpar û kargehên qadên Etrûş û Sersingê yên li parêzgeha Dihokê ve hatiye agahdarkirin ku hilberîna petrolê bi awayekî demkî û wekî rêkareke xweparastinê rawestandiye.
Şamaran dibêje, ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê ya navçeyê û bi armanca xweparastinê hilberîna petrolê rawestiyaye û ti ziyan negihîştiye beşên qad û samanan.
Pişkên şîrketan
Şirketa Şamaranê li qada Etrûşê xwediyê ji sedî 50yê pişkan e û ji sedî 25ê pişkan jî di destê şirketa HKNyê de ne.
Şirketa HKNyê ya ku kargeha qadê ye, rojane 35 hezar bermîl petrol li qada Etrûşê hildiberîne.
Li qada petrolê ya Sersingê, Şamaran xwediyê ji sedî 18ê pişkan e û HKN jî xwediyê ji sedî 62yê pişkan e.
