Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Fransayê Jean Noel Barrot ragihand ku Emmanuel Macron li ser rewşa Rojhilata Navîn bi Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî re axiviye.
Jean Noel Barrot her wiha anî zimên ku ew piştgiriyê didin rayedarên Îraqê da ku welatê wan nekişînin nav wî şerê ku herêm girtiye nav xwe.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot li Parîsê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser rewşa Rojhilata Navîn axivî û got, "Serokkomar Emmanuel Macron bi Serokwezîrê Îraqê û Serokê Herêma Kurdistanê re axiviye. Ez bi xwe jî du caran bi hemtayê xwe yê Îraqî re axivîm."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê diyar kir ku hikûmeta welatê wî naxwaze Îraq tev li şerê li herêmê bibe û li ser vê yekê got, "Me ji bo hewlên rêlibergirtina kişandina Îraqê ya nav aliyekî van aloziyan, piştgiriya xwe ya ji bo rayedarên Îraqê anî zimên."
