Hewlêr (Rûdaw) - Hinek dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan.
Derengiya şeva borî, hinek şervanên HSDyê yên ku di şerê vê dawiyê yê li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê de hatibûn girtin, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan.
Ev pêngav wekî nîşaneya niyetpakiyê û encama dan û standinên dawî yên di navbera her du aliyan de tê dîtin.
Gihiştin Hisîçayê
Dîmenên gihîştina wan şervanan a bajarê Hisîçayê li ser torên civakî belav bûn.
Di dîmenan de tê dîtin ku Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Hisîçayê Siyabend Efrîn, wan şervanan pêşwazî dike.
Heta niha nehatiye zanîn bê ka çend şervan hatine berdan.
Lê belê li gorî zanyariyan, rewşa tenduristiya şervanan baş e û ew dê piştî kontrolên pêwîst bigihîjin malbatên xwe.
