Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya telefonî ya di navbera Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kiriye.
