Hewlêr (Rûdaw) - Di roja şeşan a şerê di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de, Rojhilatê Kurdistanê rastî pêleke dijwar a bombebaranan hat.
Li piraniya bajaran baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran, navendên ewlehiyê û avahiyên hikûmetê hatin armanckirin.
Ji şeva çarşemê heta berê sibeha îro, êriş û bombebarankirina baregehên leşkerî, ewlehî û navendên hikûmetê yên Komara Îslamî ya Îranê yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê didomîn.
Li her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê Urmiye, Sine, Îlam, Kirmaşan û Loristanê gelek baregeh û navendên Supaya Pasdaran, polîs û nobedarên sînor hatin bombebarankirin.
Sine
Îro li taxên Doşan û Seidiyê yên bajarê Sineyê û gundê Qariyê yê nêzîkî bajar gelek cih hatin armanckirin.
Li gorî agahiyan, baregeha Îmam Elî ya Pasdaran a li taxa Doşanê û binkeya polîsan a li taxa Seidiyê hatine bombebarankirin.
Her wiha li gundê Qariyê jî baregeheke Pasdaran hatiye armanckirin.
Baregeha Beytulmuqeddesê ya Supaya Pasdaran a li navenda bajarê Sineyê bi dijwarî hatiye bombebarankirin.
Berê vê sibehê avahiya televîzyon û radyoya Sineyê (Seda û Sîma) jî bi tundî hat bombebarankirin.
Li bajarê Merîwanê jî baregeha Îsixbaratê û Biryargeha Remezanê ya Pasdaran hatin bombebarankirin û bi temamî hatin rûxandin.
Ji şeva borî pêgehên hêzên leşkerî û navendên hikûmetê yên li bajarê Baneyê jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.
Li gorî agahiyan navenda polîsan, dadgeha Baneyê û navendên sereke yên Supaya Pasdaran hatine armanckirin.
Baregeha sereke ya Artêşê, fermandariya polîsan û navendeke Pasdaran a li bajarê Seqizê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.
Loristan
Berê sibeha îro, gelek cihên li bajarê Xuremabadê yê navenda parêzgeha Loristanê hatin armanckirin.
Medyaya fermî ya Îranê dibêje, baregeha fermandariya polîsan a Xuremabadê û Binkeya 11an a Polîsan a bajar hatine bombebarankirin.
Her wiha Meydana Polîsan a li Xuremabadê jî hatiye armanckirin lê hîn zerer ne diyar in.
