Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê komên yasayê bin pê dikin ve bûye armanca êrişên terorîstî.
Parêzgarê Hewlêrê got, "Hikûmeta Îraqê ji vê pirsgirêka hestyar berpirsyar e û divê di demeke zû de helwesteke pratîk nîşan bide.
Umêd Xoşnaw li ser êrişên Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir ku di demekê de ku Herêma Kurdistanê her tim di sengerê aştiyê de ye û ji bo hemû herêmê di nava hewldanên aştiyane de ye lê komên ku yasayan bin pê dikin êrişên terorîstî didomînin.
Umêd Xoşnaw derbarê êrişa nêzîkî "Sky Tower"ê jî got, "Tiştê ku rû da ku ew der cihê niştecihbûna welatiyên sivîl e, rûyê rasteqîn ê terorîstan nîşan da."
Parêzgarê Hewlêrê di peyama xwe de bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî armancgirtina welatiyên sivîl nîşan da û ev yek wekî "karekî qirêj û terorîstî" wesif kir.
