Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got, “Jinên Kurdistanê her tim bûne pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me.”
Serok Barzanî her wiha got, “Giraniya şoreşê li ser milên jinên Kurdistanê bûye.”
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî peyamek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û 8ê Adarê li jinan pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ez pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim."
