Hewlêr (Rûdaw) - Piştî guherînên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêleke nû ya vegera koçberên Efrînê dest pê kir lê rastiya ku li benda wan e, pir dijwar e.
Vegera li warê bav û kalan ji bo koçberên Efrînê bûye xewneke tehl.
Ew vedigerin lê ne li mala xwe, li wêraneyên bîranînên xwe dinêrin.
Gelek mal ji aliyê Erebên hawirde û komên çekdar ve hatine dagirkirin an jî piştî valakirinê bi temamî hatine talankirin.
Ev rewş barê koçberên ku bi hêviya jiyaneke nû vedigerin Efrînê girantir dike û wan neçarî jiyaneke dijwar a li jêrzemînan dike.
Heta belgeyên malê jî dizîne
Mala Ebdulqadir Xelîlê ji gundê Mareskê yê Efrînê, berê maleke bi rêkûpêk û xemilandî bû û hemû kelûpelên jiyanê tê de bûn.
Piştî dagirkirina herêmê, xwediyê malê koçber bû.
Ji sala 2018an ve, carinan Erebên hawirde û carinan jî komên çekdar dest danî ser malê.
Dema ku ji malê derketin, kesên tê de her tişt talan kirin; ji alavên navmalê bigirin heta derî, pencere û kabloyên elektrîkê.
Xwediyê malê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku heta belgenameyên mal û zeviyên wî jî hatine dizîn.
"Niha mal vala ye lê îmkanên min nînin"
Welatiyê Kurd Ebdulqadir Xelîl behsa rewşa mala xwe kir û got:
