Hewlêr (Rûdaw) - Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) derbarê vegera li Efrînê got, “Vegera malbatan hat pêkanîn û ew bi temamî bi ewlehî li herêmên Cindirês û Şiyê û hin nahiyên û gundan ên girêdayî wan hatin bicihkirin.”
400 malbatên Kurd ên ku piştî êrişa Tirkiye û komên çekdar (2018) ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê koçber bûbûn doh vegeriyan axa xwe.
Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser vê mijarê agahî dan.
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku ew pêbendî şertên 29ê Kanûna Paşîn in û eşkere kir ku dê hinek dîlên din ên di destê hêzên girêdayî Şamê de werin berdan.
“Vegera malbatan hat pêkanîn”
Posta Mehmûd Xelîl Elî ya li ser Xê bi vî rengî ye:
“Di çarçoveya pêbendbûna temam û hevbeş bi şertên Peymana 29ê Kanûna Paşîn de û wekî encama rêzecivînên fermî û hewldanên dîplomatîk, ewlehî û meydanî yên zêde, îro Fermandariya Hêzên Ewlehîyê (Asayîş) gihîşt bajarê Efrînê da ku qonaxa yekem a vegera gelê me yên koçberkirî ya li bajarê xwe bi temam bike.
