Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê ve bi 245 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê îro bi 17 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Hewlêr bi 205 dron û mûşekan, Silêmanî bi 34 dron û mûşekan, Dihok bi 4 dronan û Helebce jî bi du dronan hatine armanckirin.
Di encama van êrişan de pênc kesan canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne.
Herî zêde êrişî Hewlêrê hatiye kirin
Li gorî lêkolîna me, 205 êrişên bi dron û mûşekan li ser xalên cuda yên Hewlêrê hatine kirin ku piraniya wan navenda bajêr kirine hedef.
Êrişên li ser Silêmaniyê kêmtir bûne û ji 3yê Adarê ve bi 34 dron û mûşekan êrişî wir hatiye kirin.
Êrişa herî dawî ya bi dronê îro gundê Zirgêwezeleyê yê Silêmaniyê kir hedef.
Di encamê de Pêşmergeyekî Komeleyê canê xwe ji dest da û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Parzûngeha Petrolê ya Sersingê bû hedef
Li gorî amaran, li parêzgeha Dihokê sê êriş bi çar dronan hatine kirin.
Di yekê ji van êrişan a ku şeva 5ê Adarê pêk hat de Parzûngeha Petrolê ya Sersingê bû hedef. Ji ber vê êrişê hilberîna petrolê ya li parzûngehê hat rawestandin.
Herî kêm êriş li Helebceyê hatin kirin.
7ê Adarê bi du dronan êrişî Çiyayê Şinruyê yê li Helebceyê hat kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, armanca êrişê bircên pêwendiyan ên şirketên pêwendiyan bûye.
