Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên piştrastkirî, doh (11ê Adara 2026an) li parêzgehên Sine û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 17 baregeh û saziyên leşkerî yên hêzên Îranê hatin bombebarankirin.
Êriş herî zêde li ser parêzgeha Sineyê bûn.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, hêzên Supaya Pasdaran hinek baregehên sînorî yên li parêzgehên Kirmaşan û Sineyê vala kirine.
Li Sineyê êrişên dijwar
Doh li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Merîwan, Dîwandere û Qurweyê, baregeh û saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bûn armanca êrişên asmanî.
Li bajarê Sineyê, leşkergeha Îmam Elî ya Supaya Pasdaran a li herêma Doşanê hat armanckirin.
Ev leşkergeh ji destpêka şer ve çend carên din jî hatibû bombebarankirin.
Her wiha êrişî navenda polîsan a “hejmar 12” a li nav bajarê Seqizê û baregehên Supayê yên li bajarok û gundên Sunete, Hesen Selaran, Sahêw û Kesnezanê hat kirin.
Li bajarê Merîwanê jî Fermandariya Parêzvanên Sînor a li nêzîkî Qada Newrozê, baregeheke Supa û Besîcan a li gundê Bîkereyê û baregeha li Kanî Dînarê hatin bombebarankirin.
Li Baneyê baregehên sereke yên Supaya Pasdaran, Artêş û Pasewanên Sînor û baregeha polîsan a li gundê Reşeqelayê bûn hedef.
#VÎDEO - Bombebarankirina navenda sereke ya polîsan a li bajarê Seqizê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê pic.twitter.com/7OTdKUDM7C
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 11, 2026
Bajarê Dîwandere û Qurweyê
Li bajarê Dîwandereyê, navenda sereke ya Supaya Pasdaran û baregeheke Besîcan hatin bombebarankirin.
Li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, navenda Supayê bi temamî hatiye rûxandin.
Her wiha li nav bajarê Qurweyê navenda fermandariya Supaya Pasdaran hat hedefgirtin.
Qaymeqamê Qurweyê Murteza Cewanmerdî ragihand ku di encama êrişê de 6 kes bi sivikî birîndar bûne.
Qaymeqamê Sineyê Xerîb Secadî jî diyar kir ku heta niha li nav bajarê Sineyê 17 cih hatine bombebarankirin.
