Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkanê ku yek ji navên li pêş ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye derbarê şerê Îran-Amerîka û Îsraîlê de diyar kir ku “PKK di vî şerî de ne alîgirê pergala sermayeya gerdûnî ya serneteweyî ye û ne jî alîgirê statukoparêziya netewe-dewletê ye û rêya wan rêyeke sêyemîn e.”
Duran Kalkan şeva borî ji Medya Haber TVyê re li ser mijarên di rojevê de axivî.
“Em Rêya Sêyemîn in”
Kalkan diyar kir ku PKK di şer de ne alî ye û bal kişand ser "Xeta Siyasî ya Sêyemîn" û got:
"Em ne alîgirê pergala sermayeya gerdûnî ya serneteweyî ne, ne jî alîgirê statukoparêziya netewe-dewletê ne.
Em Rêya Sêyemîn in, em alîgirê Komara Demokratîk in. Em dixwazin pirsgirêk bi lihevkirinê bên çareserkirin.
Li Îranê vegera li berê teqez nabe lê çareserî dê çawa pêş bikeve girîng e.
Derket holê ku pergala dewletparêz ewlehiyê peyda nake, divê civak birêxistinkirî be, dewlet bi demokrasiyê bê hevsengkirin."
